Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya-şaxê Tirbespiyê simînarek bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik lidarxist - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 28 فبراير 2023

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya-şaxê Tirbespiyê simînarek bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik lidarxist

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya-şaxê Tirbespiyê simînarek bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik lidarxist

Îro duşembê, 27ê sibata 2023 an Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya-şaxê Tirbespiyê simînarek bi

 helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik lidarxist, bi amadebûnek berbiçav ji rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran, simînar ji layê rêzimanzan û nivîskar Ebdulhekîm Ehmed Muhemed ve hat pêşkêşkirin, tê de gelek mijar hatin şirovekirin li ser vê rojê û her wiha li ser zimanê kurdî bi taybet, ku zimanê kurdî ji kevintirîn zimanê cîhanê ye û şoreşa niyolotîkî ji xaka kurdistanê destpê kiriye û li cîhanê belabûye.



Nivîskar Ebdulhekîm amaje bi reseniya zimanê kurdî kir û tekezî li ser parastina vî zimanî kir ku pêwîst e miletê me zimanê xwe biparêze û guhdanê bidiyê, ji ber ku ziman hebûn, dîrok, şaristanî û çanda her miletekî ye.

Di dawiya simînarê de çend kesan jî hem pirs û hem jî tevlîbûna gotin û mijarê bûn û simînar geştir û xweştir kirin. 




Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya-şaxê Tirbespiyê simînarek bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik lidarxist Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on فبراير 28, 2023 Rating: 5 Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya-şaxê Tirbespiyê simînarek bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik lidarxist Îro duşembê, 27ê sibata 20...

ليست هناك تعليقات: