Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya- Şaxê Duhokê Roja cihanî ya Zimanê Dayîk sax kir.
Li Hola Soz ya konferensan Li kampa Domîz1, Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîlk hate saxkirin. Piştî xuleke bêdeng li ser rihê pakirewanên kurd û Kurdistanê.
Peyva YNKS şaxê Duhok, ji aliyê Qîrîn Efrîn berpirsa raghandina şaxê Duhok hat xwendin, Her wiha ji aliyê Mehmod Şahîn kurtejiyana her çar helbestvanên jinên kurd hat xwendin.
Diya Ciwan
Hiyam Ebdulrihman
Gewher Fettah
Leyla Bedirxan
Her yek ji Helbestvanan çend helbest ji pertûkên xwe xwandin.
Di vê çalakiyê de Helbestvana hêja ya bi navûdeng Diya Ciwan bi bawernameya rêzgirtinê ji bo keda wê ya gelek salan hate xelatkirin.
Li dawî pertûk hat îmzakirin ji aliyê her çar helbestvanên jin.
Yekîtiya Nivîskarin Kurdistana Sûriyêa- Şaxê Duhokê.
ليست هناك تعليقات: