Nivîskar û Helbestvanê Kurd Mûsa Zaxuranî - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 2 يناير 2023

Nivîskar û Helbestvanê Kurd Mûsa Zaxuranî

Nivîskar û Helbestvanê  Kurd Mûsa Zaxuranî

Kovara pênûsa Azad-hijmara 13ê






Mijarên wî bigiştî li ser Riyalîzim (rasteqîne) û carnan bi şêwazê Romantîk hatine nivîsandin:

Birahîm Qasim








`` Derdên me pir in û giran in li min bibûrin ez tê nagihim çawa mirovekî  kurd  û hez ji kurdan dike û  ji binî guh nade zimanê kurdî.``

      Mûsa Oskê Zaxuranî:

Helbestvan û Nivîskar e, li gundê Litêfiyê ku dikeve  herêma Qamişlo, ji binemaleke cotkar û welatparêz, li sala 1955an jidayik bûye.

Bavê wî Osê Zaxuranî (Osmanê Xelef): Mirovekî naskirî bû bi comerdî û welatparêziyê, ew ji gencîniya xwe ve tevlî bizaf û tevgera kurdî bûbû, wesa bandora wî li malbat û hemû dost û kesên wî dinasî  hebû.

Bêgoman kurê wî Mûsa jî di wê Medresê de hatibû perwerdekirin, li ser bîr û baweriyên bavê xwe, ji nifşê xwe zûtir tevlî tevgera netewiya kurd dibe, ji ber ku mirovekî ku hatiye perwerdekirin, weke têkoşerekî ji bo mafê netewa xwe ye, lewra rast û dirist û dilsozê kar û xebata kurdîniyê ye  bêrawestan ta weke îro, çendî caran ji layê desthilata Albe`is a Sûriya ve tê rastî eşkence û zindankirin û binçavkirinê, lê Mûsa wek xebatkarekî miqeris li dijî şovînistiya rêjîmê radiwesta û dest berxwe re ne diberda ta weke ev ro li ser vê rêbaza pîroz a Barzaniyê nemir berdewam e û hîç li ser tendiristiya xwe ya nebaş natirse, ew weke pilingekî li ber xwe dide.

Îro ez bi hevaltî û hevkariya wî pir şanaz im ku min ji mêj de ew nas kir, ji dema me bi êk ra karê rewşenbîrî û nivîsandina kurdî wek sernivîserên Kovara Behar kar dikir.

Evîndarê zimanê xwe ye, ji ciwaniya xwe ve gelek gotar û helbest di malper, kovar û rojnameyan de nivîsandiye, wek:

 (Metîn - Stêr – Gelawêj – Gurzek gul –Behar- Zanîn – Peyman – Rojhilat – Peyv – Xebat – Teaxî – Roj … hw ).

Diyar e ku bandora gelek helbestvanên kevnar û nûjen li ser hest û şêwaza wî bûne , lê mijarên wî bi gelemperî bi Riyalîzim (Rasteqîne) û carnan bi şêwazê Romantîk hatine nivîsandin, bê goman bandora helbestvanên serdemê mîna Cegerxwîn û Tîrêj û Seydayê Keleş bihtirîn bandor e ji yên kevnar, lê Mûsa carnan xwe ji çarçoveya wan jî vekişandiye, çimkî şêwe û mijarên helbestên xwe nîzîkî kurtehelbestê kiriye û xwe bi newaya helbestên pêlewaz ve girê nedaye .          

Xewnê  dilê   te  û  min

Nema  zanim  çi  bêjim

Gurên har in  ev  dijmin

Helbestên Mûsa Zaxuranî qonaxên jiyana wî û ya gelê wî ne, naveroka wan tiracîdiyên xemgîniyê ne, bihtirîn helbestên wî li ser bindestî û zor û stem, hejarî û derbideriyê ne, lê ew hemû nebûn sedem û kelem di pêşiya viyan û baweriya wî ya bihêz de, ji ber ku parastina ziman û têkoşîna wî ji bo rizgariya welatê wî ye.

Kurdistana min bûka helbestan

Tenê ji bo te em bibin qrurban

Ji bona tene ev dil û ev can

Erê dîlberê  her tu yî derman

ji bona tene  her soz û peyman

Pîroz bin li te ev dil û jiyan

Pîroz e jîna kesên partîzan

Helbestvan Mûsa Zaxuranî mirovekî birûmet e, banga wî ew e ku her bostek  ji xaknîgariya welatê xwe rêzgar bike.

Efrîn Efrîn Efrînê Efrîna min

Dermanê vê birînê dîlbera min

Navdarê xakzêrînê omîda min

Hêlîna Mem û Zînê kevoka min

Dengê jîn û evînê sorgula min

Te nadim bi Berlînê welatê min

Cihê xweş têkoşînê Efrîna min

Navê te pir şêrîn e bihara min

Warê ala rengîn e dilsoza min

Dijmin li te bi kîn e dîroka min

Herdem ew dev bi xwîn e nazika min

Ew xweş zanê em kî ne peymana min

Her tiştên pak weke kar û xebat, hest û gotin, tev de dibin avahiya helbestên wî yên bineşeyî û ciwan.

Navê dîlberê dermanê min e

Ev zimanê min li ber wê kin e

Xwe natewînim ev soza min e

Ji ber ko dîlber welatê min e

Her ko ez hebim omîda min e

Ew nav ji bo min sûnda mezin e

Hebûna dîlber hebûna min e

Berî her tiştî ew doza min e

Berhemên wî yên çapkirî herdu dîwanên wî: Govendek Helbest û Bûka Helbestan neynika jiyana wî û rewşa milet û welatê wî ne.

Hêja ye gotinê ku Mûsa Zaxuranî ne tenê helbestvan e, lê belê ew nivîskarekî rewşenbîr e ji ber ew gotar û mijarên siyasî û edebî bi zimanê Kurdî û Erebî dinivîse.

Awata min ji Xudayê mezin ew tendiristiya mamosta Mûsa Zaxuranî baştir bike û temenek dirêj û şad bijî.




  

Nivîskar û Helbestvanê Kurd Mûsa Zaxuranî Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 02, 2023 Rating: 5 Nivîskar û Helbestvanê  Kurd Mûsa Zaxuranî Kovara pênûsa Azad-hijmara 13ê Mijarên wî b...

ليست هناك تعليقات: