Roja dijberiya tundûtûjiyê li hember jinê-Gohar Mamo - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 27 نوفمبر 2022

Roja dijberiya tundûtûjiyê li hember jinê-Gohar Mamo

 Roja dijberiya tundûtûjiyê li hember jinê-Gohar Mamo


Roja Înê 25ê Mijdarê, roja cîhanî ta dijberiya tundûtûjiya himberî jinên cihanê yê, li bajarê Paderborn ( li Almaniya) ser vê mijarê sêmînar çêbû û ez jî beşdar bûm. Pir şerm bû bo min, ku taybetî ser jinên kurd li Almanîya zêde hat rexne kirin. Ser zewaca keçên me pir zû û zorê, hê ji zaroktiya wan de, bi tûndî hate rexnekirin, 

yên ku li Almanîa dijîn. 2 jinên me, yên ku bi xwe jî bi zorê pir zû zewucî bûn, behsa jîyana xwe dijwar bi gazinên xwe ve kirin. Mixabin, civaka me hê jî nav edetên sed sal berê dijîn- zewaca kalamêra tev zaroka, zewaca bi zorê û bê dilê gêncên me, bi qelan ango peretî dizewucin, kujtina keçên me, qedexe kirina xwendina keçên me, bêrêzî ya keç û jinan nav malbatên me de... Bo min pir ecêve, ku dayka kurd bi xwe zewaca bê dilê wê bûye, usa jî zarokên xwe wî rengî dizewucîne. Qey maf û dengê wê nav malbatê tuneye cem mêrê wê?  Avakirina malbata bê rêz û bê hizkirina gêncên me zirara mezine dijî serkeftina civaka me kurdan. Kurdên me nav miletên serkeftî dijîn, lê ji edetên xwa xirav dûr naçin, xwe jî wî rengî kurdperwar û serbilind divînin. Hilbet ne hemî usa difikirin û dijîn, lê piranî kurdên me li dîasporê de hê jî usa dijîn . Malbata "nexweş" civak jî nexweş dikin mixabin. Bawarim pir pêwîste Mêdîa kurdî de ser van pirsgirêkên me zêde bername bi rexnekirin avakin, ji bo ev edetên zirar didin ji nav civaka me de derê. Heta kengê nav me malbatên bextreşîya de dijîn, nav civaka me de hebin? Salên dawî de pir malbatên me de jin û mêr hev diqetin, sedem jî- hev hiznekirine. Hingî li Auropa de mafê jin parastî e, jinên me jî hewil didin xwe ji bextreşî biparêzin. Kurdno berî zarokên xwe bi zorê, bê daxweza wan bizewucînin baş bifikirin bo paşerojên wan û civaka me. Miletê me hewciya serkeftinê e. Xwedê carek jîyan dide, dibê ew jî gora dilê te be, ji bo tu kêrî malbata xwe û miletê xwe bî. Malbatên me bingeha civaka me kurdan e.

Roja dijberiya tundûtûjiyê li hember jinê-Gohar Mamo Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on نوفمبر 27, 2022 Rating: 5   Roja dijberiya tundûtûjiyê li hember jinê-Gohar Mamo R oja Înê 25ê Mijdarê, roja cîhanî ta dijberiya tundûtûjiya himberî jinên cihanê yê, ...

هناك تعليق واحد: