Yekîtiya nivîskarên Kurdistana sûriya Şaxê Duhokê semînarek li darxist. - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 14 أكتوبر 2022

Yekîtiya nivîskarên Kurdistana sûriya Şaxê Duhokê semînarek li darxist.

 Yekîtiya nivîskarên Kurdistana sûriya Şaxê Duhokê semînarek lidarxist.

Li roja çarşemê rêkeftî 12-10-2022 Z, li hola soz ya konfiransan li kampa domîz,Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê şaxê duhokê, dest bi semînareka rewşenbîrî kir, ya ku binavnîşanê ( nakokiyên kurda û bîrdanka wendayî ) ya nivîskar û lêkolîner parêzer Nayif Çibîro cîgirê serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, 

 Piştî xuleyeke bêdeng rawestan li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û her li destpêkê mamoste Mehmûd Şahîn weku pêşkêşkarê vê çalakiyê hinekî li ser kurtejiyana navborî rawestiya, û pişt re mamoste Nayif Çibîro bi sipasî ve dest bi pêşkêşkirina semînara xwe kir, her weha bi amadebûna hejmarek zor ji nivîskar, rewşenbîr, nûnerên partiyên siyasî  û kesayetiyên civakî yên li kampa domîzê, herwesa ji bal çend kenalên ragihandinê ve hate romal kirin.

Hêjayî gotinê ye ku mamoste Nayif Çibîro li ser  gelek babetên giring û neyeksan rawestiya, û her bi şêweyekê zor ciwan û balkêş şirove kirin, di dawiya semînarê de amadebûyan çend pirs û destxweşî jî anîne ziman, û helbet persiva wan pirsan jî ji bal pêşkêşkarê semînarê ve hate dan.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya

Şaxê Duhokê 12 - 10 - 2022 Z

Yekîtiya nivîskarên Kurdistana sûriya Şaxê Duhokê semînarek li darxist. Reviewed by qirinefrin on أكتوبر 14, 2022 Rating: 5   Yekîtiya nivîskarên Kurdistana sûriya Şaxê Duhokê semînarek lidarxist. Li roja çarşemê rêkeftî 12-10-2022 Z, li hola soz ya konfiransan li...

ليست هناك تعليقات: