Desteya çîbicîkar a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrîya îro li nivîsgeha navendî civata xwe lidarxist. - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 7 أكتوبر 2022

Desteya çîbicîkar a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrîya îro li nivîsgeha navendî civata xwe lidarxist.

Desteya çîbicîkar a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrîya îro li nivîsgeha navendî civata xwe lidarxist.

Desteya çîbicîkar a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrîya îro rêkeftî 7 cotmihê 2022 li ofîsa xwe civata xwe ya normal bi amadebûna hemû endamên xwe tevlî nûnerê herdû şaxên Dihok û Hewlêr û Nûneratiya Yekîtiyê li Ewropa di rêya online lidarxist.

Piştî xuleyek bê deng li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê,civînê destpê kir,di serî de serokê yekîtiyê hemû bendên tomara civîna berê û xalên wê xwend  û li ser çend xalên girîng rawesta,û pirsa cîbçîkirina wan xalan hate kirin, û ji aliyê endaman hatin bersivdan.

Paş re  Gotûbêja li ser mijarên rêxistinî dest pê kir.

- Di nava biryarên hatîn girtin de biryar hat dayîn ku civîna berfireh a normal li demek nîzîk de bê lidarxistin.

Biryarên hatîn standin:

- Hijmarek pirtokên girîng bêne çap kirin.

-Berdewamiya çalakên rewşenbîrî.

-Guhdan zêdetir li ser kovara Pênûsa Azad.

-Belavkirina pirtûkeka belgeyî, taybet bi andamên yekîtiyê di nav de jiyaname û berhemên wan.

Li dawê de gelek pêşniyarên girîng ji bo pêşxistina yekîtiyê û şaxên wê hatin kirin.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya

Qamişlo 7-10-2022



Desteya çîbicîkar a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrîya îro li nivîsgeha navendî civata xwe lidarxist. Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أكتوبر 07, 2022 Rating: 5 Desteya çîbicîkar a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrîya îro li nivîsgeha navendî civata xwe lidarxist. Desteya çîbicîkar a Yekîtiya Nivî...

ليست هناك تعليقات: