Gewre û serkirdeyên Kurd. Pakrewan, Ebdurehman Qasimlo- ( 1930-1989). - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 12 يوليو 2022

Gewre û serkirdeyên Kurd. Pakrewan, Ebdurehman Qasimlo- ( 1930-1989).

Gewre û serkirdeyên Kurd Pakrewan, Ebdurehman Qasimlo-

( 1930-1989).






Seîd Yûsif.

Konevan û siyasetmedarekî bi nav û deng e, ji kurdê Rojhilatî Kurdistanê ye,  Ekadîmî û Mamosta yê Zankoyê bû. nav û dengê Qasimlo belav dibe, li hemî deverên Kurdistanê û Îranê, weke Mirovekî Aştîxwaz, û serkirdeyekî Kurdperwer.

Jiyan,û xwendin :

Ebdurehman Qasimlo, ji dayik bûye, li devera Urmiyê, 22/12/1930/.

Di hembêza malbateke dewlemend û navdar de.

Bavê wî Mihemed Axa  ji Hoza Şikakî ye.  şêwirmendê Şahê Îranê bû.

Qasimlo xwendina xwe ya seretayî û navîn û duyemîn li bajarê Urmîyê û Tehranê bi dawî tîne.

Di  Sala 1948 an de, berê xwe dide bajarê Stenbolê, bo xwendina bilind, lê belê Qasimlo digihêje baweriyekê, ku xwendina Ewropa yê bi sûd û  baştire, û ji ber vê yekê, ew berê xwe dide Ewropayê, û digihêje Parîsê paytexta Ferensayê bi alîkariya nivîskar û wêjevanê Kurd yê qedir bilind Şehîd : Mûsa Enter, û dest bi xwendina xwe ya bilind dike, lêbelê ew xwedina xwe bi dawî nîne, loma ew berê xwe dide, Dewleta Çîk Slovakya, û li wî welatî bawernameya Diktora di Zanistiyên Aborî bidawî tîne, û dibe Mamosta yê pispor, di zanistiyên Aborî û Siyasî li Zankoya Şarl li bajarê  Birag.

 Qasimlo li Çîkya yê, keçekê bi navê Hêlîn Krolîtiş nasdike… û dibe hevjîna wî, çar zarok jêrr çêdibin : du keç bi navê :Mîna û Hêwa.

Û du law.

Paşre D. Qasimlo vedigere  Ferensayê û li Zankoya Sorbon li  Parîsê dibe Mamosta yê Ziman û Rewşenbîriya Kurdî ta sala 1961 .

Herwiha Qasimlo tê naskirin weke Mirovekî rewşenbîr ji asteke bilind. Loma ew bi heşt zimanên biyanî baş zanî bû :  Farisî, Erebî, Ezerî, Frensî, Ingilîzî, Çîkî, Rûsî, ji bilî zimanê Kurdî.

Û pak bû di hinek  zimanên din de weke : Elmanî, û Slovakî, û Polendî .

 

Xebat û karê Siyasî :

Tê xuyakirin ku Qasimlo, weke Mirovekî welatperwer û hezkirê Milletê xwe, û girêdayî bû bi êş û azarên welatê xwe, ji ber vê yekê, ew vedigere Kurdistanê, dema hinek Dîmoqrasî û derfetên karê siyasî çêdibe, di bin desthilata hikûmeta Mûsedeq sala 1952 an de.

Qasimlo beşdarî damezirandina Yekîtiya Ciwanên Dîmokratî li Rojhilata Kurdistanê di sala 1945 an de. Ew weke dezgehekê ji dezgehên girêdayî bi, PDK-Î’YÊ.

Paşre ew karê siyasî dike di hemû rêxistinên partî û desteyên wê de,û di encamê de, tê hilbijartin di kongirê sisyan de bo sekreterê giştî yê PDK-î. Ji sala /1973-1989/.

Qasimlo tê pesindan weke Mirovekî Aştîxwaz û demokratîk û xwedî raman û zîrek . û Serokê Kurdan.

Têkilîyên wî xweş bûn bi Dewleta Sovyêtê re. Û hinek tevgerên  Siyasî yên Çep, û Sosyalîst li Cîhanê.

Qasimlo dema vegera wî bo welatê xwe, girîngiyeke taybet, û stratejîk dide yekbûna  tevgera Çepên Îranê û tevgera Neteweyî ya Kurd. Heta sala /1973/.

Paşre, astengî û dijîtî, ket navbera her du aliyan, û ji hev dûr dikevin, û tevgera kurdî bi serokatiya wî  ber bi têkoşîna çekdarî ve diçe.

loma Qasimlo girîngiyê dide sazkirina, hêzên Pêşmerge.

Û têkilîyên xwe bi Rêxistina : "Pêşmergeyên gel " re avadike di sala /1975/an de. Û tevgera Komele ya Çep.

Lê mixabin ew têkilî, qulipîn şerekî dijwar di navbera, her du aliyan de. û şer berdewam dike ta sala /1978/an de.

Dûre Qasimlo berê PÊŞMERGE yên xwe dide hukûmeta Şahê Îranê, û heşt Bajar û bajarokên kurd rêzgar dike, ew ji wan re dibe weke bingeha Dewletek Fîdralî ya Kurdî.

Di sala /1979/an de. Qasimlo, erêniya Şoreşa Xumeynî kir û nameyek Aştîxwaz jêr e pêşkêş kir, lê mixabin Xumeynî, got ev piştgirî karekî xapandin e. Û daxwaza radestkirina çekên Pêşmerge dike, yan cenga giştî dijî "dijminê Xweda" Qasimlo… û  tevahiya Kurdan.

Lê mixabin Pêşmerge şikestin.

Qasimlo hewil dide ku rêkeftinekê vê carê bi BENî SEDIR re ava bike, lê ev hewldan ne hat pejirandin.

Şoreşa Qasimlo û kêşe û berxwedana wî dijî Rêjîma Xumeynî berdewam dike ta sala /1984/an.

Lê mixabin Şoreş şikest, û Qasimlo vegeriya Parîsê û tevlî Tevgera berxwedana Îranê, û opozîsyonê, dibe dijî rejîma Xumeynî.

Lê belê weke hûn dizanin, ku di wan salên cenga dijwar de, di navbera Îran û Iraqê de /1980-1988/an de.

Îran derket ji wê cengê, weke dewletek lawaz û qels û bêhêz, loma erêniyê dide bo

 gotûbêjan, û derfeta diyalogê, ya ku dest pê dike ji

Sala 28/1/1988

Li Vîyena yê paytexta dewleta Nêmsa yê, bê  aliyên garantor, û bê kontrol... diyalog nêzîkî heft mehan dewam dike , heta bawerî ji alîyê Qasimlo û hevalên wî hate standin, lê mixabin gur tu carî nabe dostê Beran. Û herwiha di şevek reş û tarî de dijminê xedar û bêbext, derbasî Odeya şandeya Kurdî dibin, û Qasimlo û her du hevalên wî : Ebdela Qadirî Ezer, nûnerê Partî li Ewropa yê, û Fadil Resûl Rojnamevan û lêkolîner ê Kurd li Zankoya Viyêna yê. bi debançeyek bêdeng hemiyan dikujin, bi biryareke yekser ji Haşimî Refsencanî, û bi beşdariya Ehmedî Necadî, û çavdêriya Savaka Îranê,di /13/7/1989/. Û di/20/7/ an de cenazeyên wan tên veşartin di Goristana Gewreyan , "PÊR LA CHAISE" li PARÎSÊ.  

Ew komkujî hate şermezarkirin ji gelek aliyên siyasî, lê mixabin hukûmeta Nemsa yê ne dilêş û ciddî bû, tev ku hemî nîşan û delîl li cem wê hebûn,lê piştî çend salan tekez kir ku Ehmedê Necadî yek ji beşdariyn bû .

Herwiha bi van  kiryarên Hovane û tracîdî jiyana Qasimlo û hevalên wî bi dawî hat, lê belê dijmin baş dizane ku kurd wê her û her bijîn û namirin.

Berhem û simînar :

Qasimlo gelek simînar û gotar û lêkolîn amadekirin, lê mixabin tu agahî li ser wan min ne dîtin.

Pirtûka wî ya bi navê : Kurdistan û Kurd. Xwendinek aborî û siyasî, çapa yekem, /1970/ê. Beyrût -Libnan. Li ba min heye. Ew

Pirtûka din bi navê : Milletê bê Welat" ew li ser rewşa rojhilatî  Kurdistanê ye û azarên dighên milletê kurd ji aliyê dewleta Îranê .

 

 Dilovanî bo giyanê Qasimlo û hevalên wî, û hemî pakrewanên Kurd û kurdistan.

 

Jêderên gotarê hemû bi zimanê Erebî ne :

Waykîpîdya.

Û hinek malperên eliktronî.

-Yekîtî Mîdya. Org. 12/7/2020.-Rojnews.news-

13/7/2020 /.

Bo bîranîna /33/ê yemîn. /13/7/2022.



 

 

 

 

 

 

 

 

 

  

Gewre û serkirdeyên Kurd. Pakrewan, Ebdurehman Qasimlo- ( 1930-1989). Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يوليو 12, 2022 Rating: 5 Gewre û serkirdeyên Kurd  Pakrewan, Ebdurehman Qasimlo- ( 1930-1989). Seîd Yûsif. Konevan û siyasetmedarekî bi nav û deng e, ji kurd...

ليست هناك تعليقات: