Ebdulhekîm Ehmed Muhemed-Zimanê kurdî - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 4 يوليو 2022

Ebdulhekîm Ehmed Muhemed-Zimanê kurdî

Ebdulhekîm Ehmed Muhemed-Zimanê kurdî

Pênûsa Azad-Hijmara 11an








Pêşiyan gotine: Ziman welat ava dike û welat jî ziman xwedî dike.

Bi dirêjahiya dîrokê re û di pêvajoya hebûna mirov û mirovatiyê de, mirov di gelek qonax û hengaman re derbas bûye, her tim jî pêş diket û ber bi vejandin û nûkirinê ve diçû, bi pêşketina wî re ziman jî derdikete ser qada hebûna têkilî û naskirinê, ev zimanê ku bi xwerist û rewişta mirovatiyê re der bûye û pê re ava bûye, çi bi liv û tevgera laş û destan ji bo ku mebestekê diyar bike û çi jî bi derketina hinek deng, dengok û peyvên ne diyar û tênegihiştî ji gewriya wî, ta ku bû zimanekî têgihiştî û ji wî zimanî hemû komik, gurûpên ziman derketin û di cîhanê de belav bûn.

Bê guman, ziman çand, şaristanî û hebûna her miletekî ye, ziman şêweyeke têkilî û têgihiştina mirovane ye, bê ziman qet milet pêş nakeve û di nav vê qerebalixê de namîne û dê biruxwe û têk here, mirov jî ji hezarên salan ve zimanê xwe parast da ku bi riya wî pêş bikeve û şareza bibe, lê dîse jî gelek milet û şaristanî têk çûn bi têkçûna zimanê wan, bi hezarên zimanan winda bûn û tiştekî wan nema bi sedema neparastina ziman ji layê wan miletan ve, lê hin miletan karîbûn zimanê xwe biparêzin û bi parastina ziman xwe jî hiştin û li ber xwe dan da ku têk neçin û ne helin wek wan miletên ku bê şûnwar man.

Çanda her miletekî zimanê wî yê dayikê ye, ku ziman ne be, ne çand, ne şaristanî û ne jî milet nîn e, lewma  em jî wek miletê Kurd bi ziman û çanda xwe ve girêdayî ne ji bo avakirina vê têkiliyê di navbera ziman û kelepûrê jîngeha ku ev ziman tê de dijî, û parastina çandê pêdiviyê parastina ziman e, fêrbûn û zanîna çi zimanî ew e zanîna şaristanî û çanda milet.

Kurdistan bingeha şaristanî û pêşketinê ye, ji hezarên salan ve, bapîrên kurdan gelek emperatorî, mîrnişîn û welat ava kirine, şaristaniya Mîdî, Somerî, Îlamî û Sasanî …td. Ev xak kirin cihê zanîn û pêşketinê, cihê çandinî û pîşesaziyê, yekemîn milet nivîsandin û çandinî, pîşesazî û kedîkirina ajelan pêk aniye miletê Kurd bû, li gorî gelek raport û lêkolînên nû, tê xwiyanî ku Kurdistan bingeha şaristaniya herî kevnar e di dîrokê de, û miletê Kurd kevintirîn milet e li ser vê xakê û ji miletê herî kevnar e di cîhanê de, û Kurd ji wan miletê ku zimanê xwe parastine û dijî hemû binpêkirin, zordariya ramyarî, zimanî û nijadî, bindestî û hewldana helandina wî rabûye, xwe ragirtiye û maye ta weke vê kêlîkê, lewra zimanê kurdî hebûn û dîroka xwe ya dûvdirêj tekez kiriye, û lêkolîna herî dawî li ser ziman, netew û nijadê bi berferehî vî tiştî diyar dike ku 13 zaniyarên cîhanî bi hevpariya gelek zanko û navendên lêkolînan ên cîhanî tekez kirine ku zimanê kurdî zimanê dayîk e ji komik û malbata zimanên Hindo-Oropî re, ji ber ku malbata zimanên Hindo-Oropî ji Kurdistanê (bakurê Kurdistanê – devra Enadolê) derçûye bi pêşketin û belavbûna çandiniyê ji 8000 ta 9500 salî berê, ev lêkolîn jî di kovara zanistî ya Amerîkî (Science) ya herî navdar de hatiye belavkirin, herwiha zanyar û şûnwarnasê Amerîkî profosor Robert John Braidwood vedîtinek diyar kiriye ku veguhestina ji jiyana nêçîrvaniyê bi ser jiyana çandiniyê ve li bakurê Kurdistanê çêbûye ji 6000 ta 10000 sal berî zayînê ve, û gotiye ku miletê Kurd ji miletên herî pêşî ye ku çandinî û pîşesazî pêşxistiye û dev ji şkeftan berdaye ji bo di mal û xaniyan de bijî û alavên rojane yên herî pêşketî pêk bêne di wê demê de.

Çand, ziman û şaristaniya me xak û şûnmayên li kurdistanê wan di çewisînin, vêce giring e ku em li zimanê xwe hêjî xwedî derkevin û bihtir taybetiyê bidinê da ku ew pêş bikeve û pileyeke bilind û bi nirx di nav zimanên cîhanê de cih bigire.

Li gor raportekê di govara "Le français dans le monde" ku ew govareke fransî ye, di sala 2008 an de, jimara 355, lîsta zimanên bi bandor di cîhanê de belav kiribû û zimanê kurdî jî pileya 31 ê standibû di nav 88 zimanî de li cîhanê û şeşhezar û heştsed zimanî de ku ew jimara zimanên cîhanê bi tevayî ye, û berî du salan jî  toreya Googlê zimanê kurdî têxiste programên wergerandinê de, ev tişt dide xwiyanî ku zimanê me ro bi ro pêş dikeve û cihê xwe di nav zimanên cîhanê de digire.

Lewma, hêvî ew e ku emê bihtir xwe bidin xwiyakirin û çanda xwe diyar bikin bi pêşketina zimanê xwe û bi dewlemendkirina pirtûkxaneya kurdî. 



Ebdulhekîm Ehmed Muhemed-Zimanê kurdî Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يوليو 04, 2022 Rating: 5 Ebdulhekîm Ehmed Muhemed-Zimanê kurdî Pênûsa Azad-Hijmara 11an Pêşiyan gotine: Ziman welat ava dike û welat jî ziman xwedî dike. Bi dirê...

ليست هناك تعليقات: