Mihemed Arif Cizîrî bilbilê çiyayên Botan û Badînan - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 25 يونيو 2022

Mihemed Arif Cizîrî bilbilê çiyayên Botan û Badînan

Mihemed Arif Cizîrî bilbilê çiyayên Botan û Badînan


 Keyhan Mihemedînijad

Rojhilatê Kurdistanê

Pênpsa Azad -hijmar 11

Cizîra Botan yek ji bajarên kevnar ê Bakurê Kurdistanê ye ku di wî bajarî de gelek mîr, egîd û hunermendên navdar hilkevtine.

Bajarek ku malbata Bedirxaniyan şaristaniyeta moderin, netewîbûn û nîştimanperwerî anî tê de. Her di wî bajarê kevnar de, hunermendek navdar ê gelê Kurd hildikeve ku ew jî “Mihemed Arif Cizîrî” yan jî “Cizrawî” bû.

“Mihemed Arif Cizîrî” di sala 1912`an de, li bajarê Cizîra Botan hatiye dinê.

Mihemmed Arif di demekê de ji dayîk dibe ku hevçax bûye di gel şerê cîhanî yê yekê û qirkirin û kuştina bi kom a Ermeniyan ji aliyê Emperatoriya Osmanî ve.

Bavê Mihemed Arif jî bi zorê mîna gelek Kurdan bo şerê cîhanê yê yekê hatiye şandin, êdî ew venegeriyaye û heta niha jî cihê wî hêj nediyar e.

Ew yeka bo Mihemed Arifê piçûk pir nexweş bûye û ew bi sêwîtî mezin dibe.

Mihemed Arif Cizîrî wek tev zarokên Cizîra Botan, ji bav û kalên xwe, hînî çîroka Memê Alan û serboriyên Mîr Bedirxan û kurên wî bûye.

Cizîrî bixwe kesek netewperwer bû û bi hestên netewî mezin dibe. Piştî têkçûna desthilata Osmaniyan û hatina ser kar a Komara Tirkiyê bi serokayetiya Mistefa Kemal, û destpêkirina serhildana 1925`an bi serokayetiya Şêx Seîd Pîran û piştî demekê ku ew serhildan jî hate temirandin û darvekirina serokên wê serhildanê û herwisa girtina bikom a welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Kemalîstan ve, yek ji wan xortan jî ku hate girtin û kete girtîgeha Diyarbekirê, “Mihemed Arif Cizîrî” bû.

Ew wê demê ku hate girtin, tenê temenê wî 13 sal hebû. Wê demê gelek xortên Kurdan li ber çavên Mihemed Arif hatine îdamkirin, lê bi sedema piçûkbûna wî, sala 1929`an ber efûyê ket û hate berdan, Ew wê demê xortekî 17 salî bû.

Êdî hizrên wî têne guherîn û hisa wî ya neteweperweriyê çend hember zêdetir dibe.

Dema ku ew ji girtîgehê tê berdan çend mehekê kedkariyê dike, di heman demê de jî dest bi gotina stranan dike, ew mehta gernasan dike û di heman demê de jî xirabiya kesên xwînmij û sitemkar eşkere dike.

Di wê demê de ku gelek mêrxas û xortên Kurdan ji aliyê hêzên dagîrker ve dihatine azar û îşkencedan, Mihemed Arif dikir helbest û tanî ser ziman.

Dayika Mihemed Arif dengbêjek navdar a Cizîra Botan bû, ew her ji zarotiyê ve Mihemed Arifê kurê xwe hînî stran û dengbêjiyê dikir.

Mihemed Arif zêdetir li ser şopa diya xwe bû û di dawet û şahiyan de li cem diya xwe stran distirandin û wî mifahên baş li diya xwe werdigirt.

Ew her zû kete nav dilê evîndarê xwe û wî kul û derdên civatgeha xwe tanî ziman, lewma xelkê deverê pir jê hez dikir.

Jiyana Mihemed Arif Cizîrî wê demê bi sedema givaşên hikûmeta Turkiyê li ser xelkê û bi taybet li ser wî gelek baş hebû, êdî ew bi neçarî li destpêka sala 1930`î berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û li bajarê Zaxo bi cih dibe û li wir dest bi hunermendiyê dike. Wê demê bajarê Duhokê jî yek ji wan bajaran bû ku hunera Kurdî tê de zêde geşe dikir. Ew diçe Duhokê û li wî bajarî karê hunerî dike û strana dibêje. Wî hevdem bi gotina stranan kar jî dikir û di dawiyê de wî li bajarê Duhokê xwaringehek vekir, bi roj di xwaringehê de kar dikir û bi şevan jî li cem heval û dostên xwe stran digotin.

Wî ji bo pêşxistina çanda Kurdî ya hewce ba dikir, ew gund bi gund digeriya û stran digotin, her roj hînî peyvên nû yên Kurdî dibû û di nav stranên xwe de wêjeya Kurdî zêdetir dewlemend dikir.

Di sala 1947`an de, ber bi bajarê Baxdêyê ve diçe û li wir jî di Radiyoya Bexdayê de karê hunerî dike û li wir nêzî 350 stranan tomar dike.

Mihemed Arif di radiyoya Bexdayê de, bi Almas Xan, Hesen Zîrek, Tahir Tewfîq, Nisrîn Şêrwan, Îsa Berwarî, Eyşe Şan, Meryem Xan û Elî Merdan re dikeve têkiliyê. Radiyoya Bexdayê qonaxek nû ji jiyana Mihemed Arif bû û navê Mihemed Arifê Cizîrî li tevaya Kurdistanê belav dibe.

Di nav stranên Mihemed Arif Cizîrî de folklor û gelerî, evîndarî û şerê egîd û mêrxasan, camêrî û dîroka Kurdan tê bihîstin.

Di wê demê de ku zimanê Kurdî ji aliyê dagîrkeran ve hatibû qedexekirin, wî gotinên Kurdî yên resen peyda dikirin û ew gotin di tûrikê xwe de diparast û tovê wê di nav gel de direşand.

Mihemed Arif di sala 1973`an de, bi Gulbihar û Îsa Berwarî re diçe Lubnanê û li wir dibe mêvanê Seîd Yûsifî û di konseran de stranan dibêjin.

Mihemed Arif Cizîrî bilbilê çiyayê Botan û Badînan bû, bi saya wî gelek stranên Kurdî ji windabûnê hatin parastin û gelek Kurdên stranbêj jî dane ser şopa wî.

Dengê Mihemed Arifî ne tenê di Kurdistanê de, belkî di gelek welatên din de jî hatiye bihîstin.

Pêka hin çavkaniyan Mihemed Arif Cizîrî bi sedan stran û şêst kasêt tomar kirine; beşek ji stranên wî jî ev in: Xezal, Xirabo, Siwaro, Pismamo, Yardilo, Ez Xezal im, Bêrîvanê, Befr barî, Babê Fexrê, Hesenîko, Çiyayê Şengalê, Koçerê, Gulê Mehrûmê, Şevên Nîsana, Diyarbekir, Çiyayê Kurdistanê û hwd.

Mihemed Arif Cizîrî di sala 1979`an de diçe Hecê. Dema ku ew ji hecê dizîvire her dîsan dev ji tembûr û hunera xwe bernade, ew di van salan de, bi Eyşe Şanê re diçe Duhokê û bi hev re gelek stranan tomar dikin. Di 17-12- 1986`an de, li bajarê Duhokê diçe ber dilovanîya Xwedê û wî ji hunera Kurdî malavayî kir û li goristana Şaxkê bi axê hate spartin, lê nav û dengê wî tu carî nayê jibîrkirin û hertimî di nav dilê evîndarê xwe de ye. 



Mihemed Arif Cizîrî bilbilê çiyayên Botan û Badînan Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يونيو 25, 2022 Rating: 5 Mihemed Arif Cizîrî bilbilê çiyayên Botan û Badînan  Keyhan Mihemedînijad Rojhilatê ...

ليست هناك تعليقات: