Bûka pakrewanên kurdistanê. LEYLA QASIM.(1952-1974) - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 8 مايو 2022

Bûka pakrewanên kurdistanê. LEYLA QASIM.(1952-1974)

Bûka pakrewanên kurdistanê. LEYLA QASIM.(1952-1974(



SEÎD YÛSIF.




Di sala, (1974)an de, ez şagirt bûm di sala sisyan de, li perwerdeya ,"Dar al mûellimîn, al ammeh".li bajêrê Humsê li Sûrya yê. 

Ew tê naskirin, weke  peymangehekê, ji bo

Amadekirina,  mamosteyan.

Boneya vê gotinê, ez tekez nakim ku tê  bîra min, bicih û war, darvekirina Leyla di wê mehê de . lêbelê ez tekez dikim, ku di demek  nêzîk de, min bihîst, ji ber ku ew kiryareke gellekî şerm bû, û bûyerek pirr mizin bû û Dengvedanek berfireh  di rojhilata navîn de belavkir, loma ew  yekemîn keç tê darvekirin bi sedema karê siyasî. 

Jiyana leyla :


Bûka kurdistanê , çîçeka perweriyê , nayê çilmisandin, heyva asîmanê kurdistane. her sal di meha gulanê de, ronahiya wê çirûskan vedide. 

Leyla ji dayik bûye di /27/12/1952/an de. li bajarê Xanqînê, li başûrê kurdistan.

Di nava malbateke kurdên Feylî de jiyana xwe destpêkiriye . 

Bavê wê karker bû di misfat a pitrola Xanqînê de. 

Leyla bi malbata xwe re jiyana xwe li Xanqînê derbas  dike, ta ku xwendina xwe ya destpêkê û ya ortê bidawî tîne. weke tê gotin ew û xweh û birayên wê pirr zîrek bûn di xwendina xwe de .  

piştî bavê wê xanenîşîna xwe  distîne, ew malbat koç dibe û berê xwe didin Bexda yê, paytexta Îraqê, û li wê derê niştecih dibin. 

Leyla, di sala (1970)ê de, dibe endama Partiya (pdk), û dest bi karê siyasî dike, di ber mafê netewî yê milletê kurd, û rêzgariya kurdistanê. dijî hovîtiya desthilata ba'sê şofînî û faşist.

Ji bilî vî karî ew bi hêvî bû ku kovarekê çap bike û biweşîne. 

Di sala (1971)an de. Leyla xwe tomarî kolêja wêjeyî dike, perçê civaknasiyê, (sosyolocî). Di zankoya Bexda yê de. Lêbelê ew karê xwe yê siyasî jî berdewam dike, di nav xalek hevalên xwe de. 

Yek ji wan birayê wê bû, û yek jî  xwestiyê wê bû. lê mixabin xuya  bû ku di bin çavdêriyê  de bûn, ta ku hatin girtin li ser destê hêzên ewlehî, yên rejîma Îraqê. 

Di bin tariya şeva reş de, mala Leyla dorpêçkirin, û ji hundirê malê ew  hate kişandin. 

Di /29/4/1974/an de, Leyla oxir xwest ji malbata xwe, û qet nema bi saxî  vegeriya. 

Ji ber ku hat avêtin di binê zindana dijminê setemkar û bêbext de. 

Di wê zindanê de, Leyla gelek êş û azar û lêdan dîtin,  li ser destê zebeniyên bê ol û bê  bawerî, ew gewdê nazik gellekî îskence û lêdan dît. 

Lêbelê çiqas dijmin bi gef û lêdan û azarên xwe yê bê hempa, û hewil kirin, ku vîna Leyla bişkînin, Leyla hîç serê xwe ji wan re danexist. 

Û tu agahî li ser heval û partiya xwe nedan destê dijminê xwe. 

Ta ku Seddam Husên û wezîrê wî yê hundir bi kesayetiyên xwe, dîdarî pêre kirin, û gef lê kirin ku wê bikujin, tevlî bav û dayik û xwehên wê.

Yan jî  gotin em amadene ku tu çi bixwaze, emê bidin te, heger tu  ji karê  siyasî xwe vekşîne. 

Lê Leyla bersiva wê ew bû, ku can û çavên xwe fîda dike bo Kurdistan. 

Leyla  tawanbar bû, ji alî rêcîma şofînî û dadgeha wê, ya bêbext bi tometa terorê, û bombekirina zankoya Bexda yê û balefirxaneya  wê. 

Piştî  12 rojan, Leyla hat cezakirin, bi darvekirinê. 

Serokê îraqê wê demê Ahmed Hesen Bekir bû, emze nekir li ser vê biryarê, ji ber ku ew  keç bû.  Lê Sedam Husên xwe kir berpirsiyarê vê cezayê û ew neçar kir bo emzekirinê.  

bi vê kiryara şerm û bê rewa û ne yasa, Leyla bû yekemîn jin, di dîroka rojhilata navîn de, di wê çaxê de, ku biryara darvekirinê lê tê birrîn. 

ew kiryara şerm dibe xalek reş di dîroka reş de, ya dijminan de. 

Berî serdana dawî ya malbata wê , Leyla ji wan xwest :  fistanekî nûh ji ber ku ewê bibe bûka kurdistanê, û divê bi rewşek xweşik binax bibe.

Leyla ser dawî hinek porê xwe birrî û dide destê xuşka xwe weke bîranînekê. 

Tê gotin dema berê xwe dide, werîsê darvekirinê, ew bi navê kurdistanê bang dike, û sirûda netewî "EY REQÎB" dibêje.

Di 12 meha gulanê de sal /1974/an de, Leyla dibe bûka pakrewanên Kurdistanê.  

Cenazeyê wê radestî malbata wê dibe, û bi ala kurdî tê pêçan, û li goristana Selam li bajarê Necef tê veşartin. 

Dûrî bajar û şûn warê wê.

 bi vê bûyera hovîtî gellek jinên kurd yên ducan, û keç anin, navê keçên xwe kirin Leyla.  

bi hezaran û li hemî perçeyên Kurdistanê. 

Gelek helbest hatin nivîsandin ji aliyê helbestvanên kurd  weke  Cegerxwîn,  Seydayê Tîrêj, Hêmen Hemwendî.  Û gelek stran jî hatin gotin, ji aliyê hunermendan  weke nemir Aram Tîgran, Şivan perwer, Seîd Gabarî,  Mihemed Şêxo.. 

Û ji bilî gotaran û ahing û bîranînan her sal ku tê vejîn. 

Hezar hezar dilovanî ji bo canê pakrewana kurd, LEYLA QASIM. 

Rûreşî û şermezarî ji bo dijminên kurd û Kurdistanê . 

8/5/2022.


  

Bûka pakrewanên kurdistanê. LEYLA QASIM.(1952-1974) Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مايو 08, 2022 Rating: 5 Bûka pakrewanên kurdistanê.  LEYLA QASIM.(1952-1974 ( SEÎD YÛSIF. Di sala, (1974)an de, ez şagirt bûm di sala sisyan de, li perwerde...

ليست هناك تعليقات: