Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz dike - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 19 مارس 2022

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz dike

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya  cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz dike

NEWROZ CEJNA AZADÎ Û AŞTIYÊ

Bi helkefta cejna Newrozê ku ji 700 salan ji berî zayînê ve wek sersala gelê Kurd tê pîrozkirin, roja ku Kawayê hesinkar sembola berxwedanê li dijî sitemkariyê biser ket û hişt dîrokek nû ji mirovahiyê re di bin navê roja nû de, yan jî Newroz bê tomarkirin û bibe nîşana azadî û aştiyê ji bo gelên Arî, û cejna netewî ji gelê Kurd re. 

ji wê dîrokê ve gelê Kurd bi vê bûneyê şahiyan li ser suriştê lidar dixe û ewê vê pîrozkirinê berdewam bike ta armanca wî ya azadî û serxwebûnê pêk were. 

Newroz bi ser me de tê û welatê me Sûriya ji 11 salan ve di kirîza şer û wêrankirinê re derbas dibe, piştî ku şoreşa azadiyê destpê kir û rêjeya herî mezin ji gelê Sûrî lê xwedî derketin, lê mixabin ev şoreş bi destên xirab hate beravêtin, û hêjî bajarên Kurdî (Efrîn, Serêkehniyê, Girê sipî) dibin dagirkiriya Dewleta Turk û desthilata Hêzên tundraw de ne, û hemî şêweyên guhertina dîmografî li wan têne cîbicîkirin, ji bilî kiryarên li dijî mirovahiyê di derheqê nişteciyên Kurd de. 

Bi vê bûneya pîroz YEKÎTIYA NIVÎSKARÊN KURDISTANA SÛRIYA gelê Kurd pîroz dike û  hêviya aştî û aramiyê jê re dixwaze. 

Bijî Newroz, nîşana aştî û azadiyê 

Silav li giyanên pakrewanan

Her Newroz û hûn di xweşiyê de bin. 

YEKÎTIYA NIVÎSKARÊN KURDISTANA SÛRIYA 

Qamişlo 

19-3-2022 

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz dike Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مارس 19, 2022 Rating: 5 Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya  cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz dike NEWROZ CEJNA AZADÎ Û AŞTIYÊ Bi helkefta cejna Newrozê ku ji 700...

هناك تعليق واحد: