Danasîna Helbest û Celebên Helbesta Kurdî - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 30 مارس 2022

Danasîna Helbest û Celebên Helbesta Kurdî

Danasîna Helbest û  Celebên Helbesta Kurdî

Birahîm qasim

pênûsa Azad-hijmara 10an

Di vê gotarê ezê li ser du cûreyên helbestê binvîsînim:

1-      Şêweyê Klasîk Ê Kevnar (Kevneşop)

2-      Helbesta Klasîk A Hevdem

1-Ev şêwe, wekheviya kîtan tê de wek bingeh tê girtin, li ser pêlewaz, newaya kurdî û wekheviya dawîbirên malikan xwe sazbend dike.

Li pêş me diyar e  ku piraniya wêjevan û lêkolînerên dîroka wêjeyî, baweriya wan heye ku wêjeya kevnar çavkanî û jêdera edebiyata klasîk e, herweha ew bixwe mîrata mirovahiyê ye.

Helbesta kurdî ya kevnar ew jî yek ji jêderên edebiyata kurdî çi ya devkî û çi ya nivîskî ye, bêguman ew bi zimên re hatiye afirandin, herweha ew zimanê halê milet, kesayetiya dîroka civaka wî di pêvajoya rewşa jiyanê de û di destnîşankirin û tomarkirina dîroka gelan de alîkar e.

Tê pêşbînîkirin ku helbesta kurdî ya klasîk a kevnar bi nivîskî taybetmendiya xwe heye, ango rengê wê ji edebiyata klasîk a Rojava xwemalî û cuda ye, ew bihtir nêzîkî edebiyata erebî û farisiya derdorê ye.

Belgeyên ber destên me dibêjin helbesta kurdî ji dawiya sedsala dehan û destpêka sedsala yazdehan ji dema Baba Tahir de bi şêweyê kurdiya lorî dest pê kiriye.

Eger ew çiqas bi tesewfê re mijol bû lê di heman demê de gazî xort û lawan dikir ku li hember dijminên Kurdan rawestin û berevaniyê di ber xaka xwe de bikin. 

Ev cure ji helbestê, pir caran name û naveroka wê ji aliyê xwendevanan ve natê gihiştin, ji ber ku bi wêjeya ciwankarî û rewanbêjî, torevanî û hişyarî, bi hestên kûrwêne û ramanên felsefî yên veşartî ne diyar in, çimkî ew ristên binêşeyî, rewanbêjî û wekîneyî bi lîmet hatine hûnandin.

Ez bawer dikim helbestvanên vî beşî bixwe ne tenê helbestvan in, lê belê ew hozan, zanyar û rewşenbîr in, lewra helbestên wan pêwistî şirovekirineke dirust in, ew jî mijareke bi serê xwe ye.

Ji bo wateya vî beşî werê diyarkirin, emê çend perçe ji helbestên hin helbestvanên kevn  binivîsînin,da em binasin çiqasî helbestên wan ciwantirîn wêne û hişyariyek zor bikaranîna şert û mercên helbestê û ristên xwe çawa binêşeyî, rewanbêjî û bi lîmet û hestne dijwar  hûnandine

Baba Tahirê Oryanî:

Ge şew dadê mi estêre jimar im

Li çeşnî şew dirêj e intizar im

Li paşî nîweşew ger tu nehatî

Hewir dênim digir mênim dibarin

Melayê Cizîrî:

Weha di helbesteke xwe de dibêje:

Newaya mutrib û çengê, fixan avêt e xerçengê

Wera saqî heta kengê, neşûwîn dil ji vê jengê

Heyata dil meya baqî, binoşîn da bimiştaqî

Ela ya eyyûhel saqî, edir kasen wenawilha

Pertew Begê Hekarî:

Bo xema dil min xwezî yarek heba

Ya ji bo zexman me muxwarek heba

Xeste û bîmar û derdê dilberan

Merrhemek inwan û tîmarek heba

Mele Xelîlê Sêrtî:

Lîbasê ji bo fexr û kubrê mepoş

Mucerred ji bo ta`etê wî bipoş

Heramî û dîbac û qezber meke

Bi wan ta`etê xwe tu berze meke

Helbesta Klasîk A Hevdem

Helbesta kurdî bi hemû cureyên xwe ve di dema nû de bikar tên, lê helbet wek me gotî ku naverok, wêne, hest û raman li gor rewşa cîhanê û taybetmendiya kurdî xwe guhertine û berve pêşketin, teknolojî û şaristaniyê ve çûne.

Helbesta klasîk a hevdem ji helbesta kevnar zaye, parastina jêdera hunera resen a kevneşop dike, bi wêne û ciwankariyê re palbend e, lê wek mijar û naverok xwe jê guhertiye û bi rola helbesta nûjen radibe, ev şêwe xwe berve Riyalizim (Rasteqîn)ve ajotiye û li ba hin helbestvanan tevlihevî navbera Riyalizima Rasteqîne û Riyalizma Sosyalist çêkiriye   -Cegerxwîn- wek nimûne:

Hetta niha em rast diçûn

Îdî werin em çep herin

Destên xwe bidne çepgiran

Lê pir li xwe muqate bin

Ev şêwe ji hin malikan pêk tê û ji helbestên kevnar ên kevneşop di hevbeşiya xwe ya kêşesaz(Pêlewaz), newa, sazbend û dawîbiran de nehatiye guhertin, herweha bi helbesta ku karî edebiyata netewa xwe biparêze û berve zindîtiyê ve bibe tê naskirin û li ser rêbazên mirovahiya rast û dirust ji bo çareserkirina kêşeyên civakî wek pirsgirêkên evînî, hejarî, stem, zordestî, azadî û rizgarî di destpêka çerxa bîstan de xwe daye nîşandan, herweha ew êkser rewşa demê dişopîne û dikeve bin bandora pêşketina jiyan, ziman û edebiyatê û berev şaristaniyê ve diçe.

Emê hin nav û perçeyek ji helbestên helbestvanên vê demê pêşkêş bikin, ew jî wek wefadarî ji bo ked û cefayên wan ên bi rûmet di warê edebiyata kurdî de ye.

Seydayê Cegerxwîn

Di evîniyê de, weha dibêje:

Carek were camê ji te ra ez bigerînim

Bavêjime meyxanê ji ber vê kefiya xwe

Pêxemberê derda me wekî Ehmedê Xan`im

Tiştek me nizanî qe ji kurdperweriya xwe

Mey noşî dibin Kurdê me serxoşî dibim ez

Lew bûme Cegerxwînê mey û serxweşiya xwe

Evîndarê Xemgîn

Di pesn û aferînên xwendekar û rewşenbîrên ku zimanê kurdî diparêzin de weha dibêje:

Dilovanê gelê Kurd im

Bi dil xurtî çi hêzmend im!

Evîndarê zimanê rast

Dijîm her dem çi pabend im!

Bi xurt ristên durist û naz

Çi dilşad im! Hewesmend im

Bi zarê xweş bi peyva nerm

Bi dilxurtî hunermend im

Ziman û toreya Kurdî

Di gel wan her hevalbend im

Mele Xelîlê Mişextî

Di pesn û şîretkariyê de weha dibêje:

Ez mişxt im mey neda me bê dirov name me

Ew nizanit ez ji mêj e çagirê meyxane me

Ez xudan peyman û soz im pariyê te naçitin

Ez bi rastbêjî diyar im mêrekê kurdane me

Min divêt ez xwe bisojim zêdekarû te çi ye

Ez bixwe agir perês im ez bixwe perwane me

Seydayê Tîrêj:

Di pesn û aferînê (Nîlson Mandêla) de weha dibêje:

te serfiraz kir efrîqa başûr

ji destê dijmin bi kotk û zor

hezar aferîn rêberê milet

li te pîroz be ev tac û sewket 



Danasîna Helbest û Celebên Helbesta Kurdî Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مارس 30, 2022 Rating: 5 Danasîna Helbest û  Celebên Helbesta Kurdî Birahîm qasim pênûsa Azad-hijmara 10an Di vê gotarê ezê li ser du cûreyên helbestê binvîsînim: ...

هناك تعليق واحد: