Şandeke fermî ji desteya cîbicîkar ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya serdana komela Asûriya ya Demokrat li bajarê Qamişlo kir - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 1 ديسمبر 2021

Şandeke fermî ji desteya cîbicîkar ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya serdana komela Asûriya ya Demokrat li bajarê Qamişlo kir

 Şandeke fermî ji desteya cîbicîkar  ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya serdana  komela Asûriya ya Demokrat li bajarê Qamişlo kir

Îro 1-11- 2021'an, Şandeke fermî ji desteya cîbicîkar  ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya serdana  komela Asûriya ya Demokrat li bajarê Qamişlo kir û şand ji layê berpirsê komelê mamoste Dawid Dawid, mamoste Gebro Romanos endamê desteya giştî, mamoste Beşîr S'edê endamê emîndariya giştî û mamoste Quryaqis Gewriyê û hijmarek ji serkirdeyên wê ve hat pêşwazîkirin. 

Berdewamiya  hevdîtinan bi rêxistinên siyasî û rewşenbîrî re wek em dibînin ku gelek nêrînên hevbeş peyda dibin ji bo çawaniya çareserkirina  kêşeyên navxewî û hindirîn ji bo pêkvejiyaneke aram navbera civaka xelk û miletên deverê li Roj Avayê Kurdistanê bi taybet û li seranserî Sûriya bigiştî.

herweha piştî dan û sitandin li ser gelek mijaran bi dawî bû, hate pêşniyarkirin ku hevdîtin di navbera nivîskar û rewşenbîrên Kurd û Asûriyan rûbidin û têkilî bihêztir bibin,

Hêjayî gotinêye ku şanda  Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi serokatiya  serokê Yekîtiyê mamoste Luqman Yûsif û  cîgirê serok mamoste Nayif Çibîro, û endamê Desteya cîbicîkar mamoste Torçîn Reşwanî, û berpirsê şaxê Qamişlo mamoste Fêsel Qadirî ve hatibû pêkhatîkirin. 

Qamişlo:

1-11- 2021



Şandeke fermî ji desteya cîbicîkar ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya serdana komela Asûriya ya Demokrat li bajarê Qamişlo kir Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 01, 2021 Rating: 5   Şandeke fermî ji desteya cîbicîkar  ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya serdana  komela Asûriya ya Demokrat li bajarê Qamişlo kir Îro...

ليست هناك تعليقات: