Ehmedê Xanî 1650z-1706z Dîwana Mem û Zîn - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 16 نوفمبر 2021

Ehmedê Xanî 1650z-1706z Dîwana Mem û Zîn

Ehmedê Xanî 1650z-1706z Dîwana Mem û Zîn








BIRAHÎM QASIM

Di nîvê dawiya sedsala şazdehan de, navê wêjevan û hozanvan Ehmedê Xanî li ser asta Kurdistanê û derdora wê belav bû, wek feylesof û wêjevan, helbestvan û zanewer dihat naskirin.

Ehmedê Xanî wek mamosteyê ola Îslamî, bîrewer di zanista olî de bû û helbestên wî bi hemû alavên spasdarî, evînî, şîret, pesndarî, rexne û herweha bi hemû alavên binêşeyî û ciwankariyê (Rîtorîk û Afirînerî) bûn mîna nîgar, spartin, vepoşanî û hevregezî…HWD.

Ser û mal û dil û cane me fîdayê te bitin

Bike qelbê me saqî ji şeraba xwe tehûr

Ehmedê Xanî ji wan helbestvanên Klasîk ên kevnar tê hijmartin, oldarekî dilpak û dilovan bû, hest û ramanên xwe berve xêr û qenciyê bi wêne û êkser dikir.

Dilo rabe xwe dilxweş ke hilo da biçne seyranê

Were carek tu xwe b`weş ke biçin seyra gulîstanê

Bedewiya helbestên wî di berhevokên wî (Mem Û Zîn, Rêça Îmanê û Nûbihara Zarokan) de diyar e, banga wî bangeke xweş û xebata wî ya azadiyê û duristkirina jiyana mirovahiyê bû.

 Mîna qencî û xirabî, hebûn, bedewbûn, huner, azadî û banga xweş bû, ev rêbazeke bêhempa di qada dayîna mirov û qeweta mirov de ji bo duristkirin û xebitandina di doza mirov de ye.

Wî jî wek hozanvanên beriya xwe ji bilî zimanê kurdî, bi zimanê erebî, farisî û tirkî jî dizanî.

Ehmedê Xanî, mirovekî wefadar, rêz û siyaneta zanyar û hozanvanên ji berî xwe digirt, ziman û edebiyata wan zor dinirxand, herweha navên nifşê berê belge dikir da ku li paşerojê diyar bin. 

Min dê elema kemalî mewzûn

Alî bikira li banî gerdûn

Bîna ve rûha Melê Cizîrî

Pê hey bikira Elî Herîrî

Keyfek we bida Feqêhê Teyran

Hetta bi ebed bimaye heyran

Ne tenê helbestvan bû lê belê dîroka edebiyatê baş dinasî, xebatkar û şêwirmendê civakê bû.

Çi bkim ku qewî kesade bazar

Nînin ji qumaşî ra xerîdar

Ehmedê Xanî yek ji wan wêjevanên pêşrew mîna Feqê Teyran bû ku çanda kurdî ya devkî dinivîsand.

Wî helbestên xwe bi şêweyê klasîk li ser gelek cureyên pêlewazan, bi malik û rêzikên dawîbirên yekgirtî nivîsandine, lê efsana xwe ya navdar (Mem û Zîn) ji 2,600 malikan bi newaya ji deh dengan li ser pêlewazeke taybet û wekheviya herdu malikan pêk aniye.

Dibe ku ev yekemîn car be ku helbesta kurdî bi şêweyê Romantik, êkser hatibe nivîsandin.

Çîroka Mem û Zîn tê pêşbînîkirin ku ew pir kevnar e û di hin ristên Melayê Cizîrî de wek navê Mem û Zînê hatiye bikaranîn, dibe ku li gor demê û pêwîstiya rewşê yan jî ji bo zindîkirin û parastina çanda gelê Kurd winda nebe.

Ji risteke Melayê Cizîrî emê vê malikê wek belge wergirin ku ev çîrok ji berî dema Ehmedê Xanî hebû.

Mûyekî ez ji te nadim bi dused Zîn û Şirînan

Çi dibit ger tu hesêbkî me bi Ferhad û Memê

 Helbet pirtûkxaneya kurdî tekez dike, dîroka edebiyata kurdî ya kevnar li gel tesewifê taybetmendiyeke xwe ye felsefî heye û di nav şêweyên cûrbecûr bi taybet di navbera (Klasîk (Kevnar), Romantîzim (Dildarî) û Riyalîzma (Rasteqîn) de nehatî cudakirin çimkî di wê demê de hîn cudahî neketibûn navbera cureyên edebiyata cîhanî.

Bêguman hin guherîn li dema wî ji aliyê raman û ramyarî de ketin rewşa edebî û civaka kurdî bi taybetî dema şerê Osmanî û Sefewiyan li ser xaka Kurdistanê û ji encamê wî şerî ji bilî talan û wêrankirinê bi hezaran Kurd hatin kuştin û di nav herdû Împratoriyan de welatê wan hate perçekirin.

Kul, êş, derd û xemên Ehmedê Xanî ji ber perçekirina welatê wî, neyekrêziya efser û pêşengên Kurda ji ber tênegihiştin û kêm derfetên zanistiyê gihiştin asteke bilind, loma berê xwe da wêjeya rasteqîn û pêbawer bû bibe deriyek ji bo hişyarkirina civaka kurdî û berve netewa wî bibe.

Ger dê hebûya me serfirazek

Sahib keremek sûxen newazek

Neqdê me dibû bi sikke meskûk

Nedma wehe bê rewac û meşkûk

Helbestên wî neynika civata wî ne û li mizgeft, gund û bajaran barekî zor giran hilgirtibû ser milên xwe, ji mezin û biçûkan re xwebexş bû û wan fêrî hemû cureyên zanistiyê dikir, herwekî dizanî asoma milet di riya zanistê re tê çareserkirin.

Li wan deman di sedsala şazdehan de, çend helbestvan derketin holê û yên herî pêşeng ji wan: Îsmaîl Bayezîdî li gel Şêx Mawlana Xalid Neqşbendî bûn.

Di sedsala hejdehan de serdema romantîk di helbesta kurdî de qewimî bû, em navên mîna helbestvan Nalî dibînin ku ew di cînas û vepoşaniyê (metaforekê) de li gor nêrîna hin rexnegiran melevan bû.




Ehmedê Xanî 1650z-1706z Dîwana Mem û Zîn Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on نوفمبر 16, 2021 Rating: 5 Ehmedê Xanî 1650z-1706z Dîwana Mem û Zîn BIRAHÎM QASIM Di nîvê dawiya sedsala şazdehan de, navê wêjevan û hozanvan Ehmedê Xanî li ser asta K...

ليست هناك تعليقات: