Şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya seredana Nivîsgiha navendî ya Partiya Pêşverû Dîmqratî Kurdî û hevdîtinek li gel nonerên partiyê kir - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 5 أغسطس 2021

Şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya seredana Nivîsgiha navendî ya Partiya Pêşverû Dîmqratî Kurdî û hevdîtinek li gel nonerên partiyê kir

Şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya seredana  Nivîsgiha navendî ya Partiya Pêşverû Dîmqratî Kurdî û hevdîtinek li gel nonerên partiyê kir 

Di çarçoveya hewlên  Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ji bo têkiliyên berdewam ligel aliyên siyasî, çandî û civakî yên Kurdî, bi armanca zêdekirina çavdêriyê û parastina nasnameya rewşenbîrî ya gelê me û aktîvkirina rola nivîskarên kurd,îro  li roja pêncşemê 5-8-2021 'ê , şandek bi serokatiya Luqman Yûsif serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya û bi endametiya mamoste Torcîn Reşwanî û Ezîza Ferho û Fêsel Qadirî hatin pêşwazî kirin ji nonerîtiya Partiya Pêşverû Dimuqratî Kurdî ji bal Dr.Ehmed Berekat û Dr.Selah Derwêş û mamoste Rifa`î ve

 Herweha kêfxweşiya xwe ji vê hevdîtinê anîn ziman û bal kişandin ser girîngiya ku hemû Kurd li daxwazên xwe yên neteweyî xwedî derkevin, û pêdagiriyê li ser nasnameya xwe ya neteweyî û çandî bikin,

Di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser berdewamiya têkiliyan di navbera aliyên Kurdî de kirin ji bo bibin alîkar ji bo danûstandin û parvekirina ezmûnan, û bikevin di qazinc û piştgiriya çand û doza Kurdî de.





Şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya seredana Nivîsgiha navendî ya Partiya Pêşverû Dîmqratî Kurdî û hevdîtinek li gel nonerên partiyê kir Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أغسطس 05, 2021 Rating: 5 Şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya seredana  Nivîsgiha navendî ya Partiya Pêşverû Dîmqratî Kurdî û hevdîtinek li gel nonerên pa...

ليست هناك تعليقات: