Hevdîtinek di navbera Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan û Komela Komkar de - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 11 أغسطس 2021

Hevdîtinek di navbera Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan û Komela Komkar de

 Hevdîtinek di navbera Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan û Komela Komkar de

 

Di çarçoveya hevdîtinên Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li gel aliyên cuda yên Revenda Kurd li diyasporayê, nemaze piştî rakirina hin astengiyên karantîneya tenduristî li hin welatên Ewropî, şandek ji Nivîsîngeha Nûneratiyê bi serokatiya berpirsiyarê wê Sebrî Resûl û endamatiya Ebdulazîz Qasim, li roja Sêşemê 10'ê tebaxê, serdana Navenda Komela Komkar li bajarê Köln kir, û ji hêla Lezgîn Berzan serokê Komkar û Mihemed Ased endamê rêveberiya wê hate pêşwazîkirin.

Bi amadebûna birêz Bekir tepgider, berpirsiyarê Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK), û Elî Polat rêveberê Deng Tv, rewşa niha ya deverê bi giştî û rewşa kurdistanê, karûbarên Revenda Kurdî li diasporayê bi taybetî û hin mijarên çandî û yên hevbeş hatin gotûbêj kirin, tevlî gotûbêjkirina asoyên hevkariya pêşwext di hin mijarên girîng yên taybet bi karûbarên netewî û çandî yên civata Kurd li Elmanyayê bi taybetî û li Ewropayê bi giştî.

Hevdîtinek di navbera Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan û Komela Komkar de Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أغسطس 11, 2021 Rating: 5   Hevdîtinek di navbera Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan û Komela Komkar de   Di çarçoveya hevdîtinên Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana...

ليست هناك تعليقات: