Peyama Pîrozbahiyê ya Prof. Knyaz Ibrahîm Mîrzoyev serokê Civaka Kurdên Sovyeta berê û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 12 يونيو 2021

Peyama Pîrozbahiyê ya Prof. Knyaz Ibrahîm Mîrzoyev serokê Civaka Kurdên Sovyeta berê û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê


Peyama Pîrozbahiyê ya Prof. Knyaz Ibrahîm Mîrzoyev serokê Civaka Kurdên Sovyeta berê û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê


Xwîşk û birayên rêzdar
Dem baş

Ez çendekî li Almanyayê, bajarê Kolnê mam, min demekî xweş digel dost û hevalan derbas kir, di nav wan de berpirsiyar û serokê nûneratiya Ewropî ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, û me bi germî hev pêşwazî kir.
Ez agahdar bûm ku kongirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê wê li roja îynê lidar bikeve, ji ber vê yekê ji dil kongir li tev nivîskar û gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê pîroz dikim, û hilbijartina kak Luqman Yusif û kak Nayef Cibîro ji bo serokatiya Yekîtiyê pîroz dikim, her wisa pîrozbahiya kak Sabrî Rasûl berpirsyarê Nûneratiya Ewropa dikim, ku serdana min kir û me digel yek gelek mijarên germ gotûbêj kirin, di nav de kar û xebata ji bo bihêzkirina têkiliyên di navbera kurdan de û avakirina yekîtiyek giştî ya nivîskaran ji bo doza netewî ya kurd, ji bo azadî, yekbûn û serxwebûna gelê kurd.
Her weha her alozîyekî li hember Herêma Kurdistanê şermezar û rûreş dikim, ku divê em pirsgirêkên xwe bi diyalogê li ser masa gotûbêjê çareser bikin, ji ber ku em yek gel û yek milet in, doza me yek e, û armancên me yek in, û nabe ku em bikevin di bin bandor dagîrkeran de û avê berdin li ser coya aşê dijmin û neyaran, em bi hev bi hêz û qewet in, û li her deverê hêza me heye, ez carek din kongirê we pîroz dikim.
Silav û rêz

Prof. Knyaz Ibrahim Mirzoyev
Serokê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyeta Berê û Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê
12.06.2021

رسالة التهنئة من البروفيسور كنياز إبراهيم ميرزايف

 

يُسعِد أوقاتكم جميعاً أيها الإخوة والأخوات

لقد قضيتُ بعض الوقت في ألمانيا، مدينة كولن، التقيتُ فيها مع بعض الشخصيات، منها مسؤول مكتب ممثلية أوربا لاتحاد كتاب كردستان، وكان ذلك محلّ تقدير.

كان لدي علم بأن موعد مؤتمر اتحاد كتاب كردستان سوريا، يوم الجمعة. أهنّئ جميعهم على مؤتمرهم، وأهنّئ الشعب الكردي في كردستان سوريا، وأهنّئ كلّاً من الأخ لقمان يوسف على انتخابه لرئاسة الاتحاد، ونايف جبيرو لنائب الرئيس، إضافة إلى تهنئتي للأخ صبري رسول رئيس مكتب ممثلية أوربا، الذي التقينا معاً أثناء زيارته لي، وناقشنا معاً كثيراً من القضايا الساخنة، منها تعزيز التواصل والعلاقات الكردية- الكردية، وكيفية العمل مستقبلاً، لبناء اتحاد عام للكتاب لخدمة القضية الوطنية الكردية، من أجل حرية الشعب الكردي، ووحدته، واستقلاله.

كما أنني أدين كلّ من يخلق المشاكل أمام إقليم كردستان، لأنّ حلّ القضايا يكون عبر الحوار على طاولة المفاوضات، خاصة أننا شعب واحد، وقضيتنا واحدة، وأهدافنا واحدة، ويجب ألا نتأثر بما يفرضه الأعداء علينا،  وألا نصبّ الماء في قوة طواحين الأعداء. فنحن أقوياء، ونملك القوة في كلّ مكان. مرة أخرى أبارك لكم مؤتمركم، ومع تحياتي لكم.

البرفيسور كنياز إبراهيم ميرزايف: رئيس اتحاد الجمعيات الكردية في جمهوريات الاتحاد السوفياتي السابق ورئيس اتحاد الكُرد في كازاخستان






Peyama Pîrozbahiyê ya Prof. Knyaz Ibrahîm Mîrzoyev serokê Civaka Kurdên Sovyeta berê û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يونيو 12, 2021 Rating: 5 Peyama Pîrozbahiyê ya Prof. Knyaz Ibrahîm Mîrzoyev serokê Civaka Kurdên Sovyeta berê û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê Xwîşk û birayên rê...

ليست هناك تعليقات: