Hevdîtinek digel Prof.knyaz Mîrzoyev - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الثلاثاء، 8 يونيو 2021

Hevdîtinek digel Prof.knyaz Mîrzoyev

 Hevdîtinek digel Prof.knyaz Mîrzoyev

Di dema serdana Serokê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyeta FNDK û Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê Prof. Knyaz Ibrahim Mirzoyev li Almanyayê, di vê serdanê de ji aliyê Serokê Nûnerayetiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Ewropayê Sabrî Resûl û nivîskar û rojnamevan Ebdûlazîz Qasim di hevdîtineke dostane de li bajarê Kölen hat pêşwazîkirin.  

Di hevdîtinê de, gelek mijarên girîng li ser edebiyat û wêjeya kurdî û rola kurdên Qafqasiyayê hatin gotûbêjkirin, û hêvî hatin xwestin ku têkiliyên nivîskarên kurdên Sûriyê digel sazî û kesayetî û akademesyên kurd li Rûsiya û Qafqasiya û dewletên Sovyeta berê berdewam bin û her wisa ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên kurdistana Sûriyê destxweştî li Prof. Knyaz Ibrahim hate kirin li ser ked û xebata wî ya pir hêja û binerx ji bo edebiyat û çanda kurdî.

Prof. Knyaz ji aliyê xwe ve pîrozbahiya da duyem kongirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û eşkere kir ku gelekî dixwazê serdana Qamişlo bikî.

Prof. Knyaz derbarê rewşa siyasî pêdagirî li ser yekrêziya tevegera kurdî kir, her wisa eşkere kir ku wî digel cêgirê Wezîrê derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov daxwaza piştgiriya gelê kurd û bi taybetî gelê kurd li kurdistana Sûriyê kir,


 û dazanîn ku divê kurd yek bin û di axaftina xwe de amaje bi gotineke helbestvanê navdar Cegerxwîn kir, ku (heger em nebin yek em ê herin yek bi ye
k).



Hevdîtinek digel Prof.knyaz Mîrzoyev Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يونيو 08, 2021 Rating: 5  Hevdîtinek digel Prof.knyaz Mîrzoyev Di dema serdana Serokê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyeta FNDK û Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxis...

ليست هناك تعليقات: