Daxuyaniya dawiyê ya duyem kongirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 6 يونيو 2021

Daxuyaniya dawiyê ya duyem kongirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya

 

Daxuyaniya dawiyê ya duyem kongirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya





Roja înê 4/6/2021ê li bajarê Qamişlo, li Hola Efrîn, bi xuleyek bêdeng û rawestandin li ser canê şehîdan li gel sirûda netewî Ey Reqîb, karûbarê duyem kongirê  Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li demjimêr 10 ê sibehê bi amadebûna Nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û desteya çandê  li Rojavayê Kurdistanê û Nûnerên partiyên Siyasî, civaka sivîl, Yekîtiyên nivîskaran, rewşenbîr, nîvîskar û ragihandinê, herwisa bi amadebûna endamên yekîtiyê û endam û nûneratiya yekîtiyê li oropa bi riya onlinê destpê kir.


Piştre bixêrhatina mêvan û endamên kongir ji aliyê her du pêşkêşkerên kongir, berêz Ehmed Sofî û Şemisxan Enter hate kirin. 

Paşî gotina serokatiya yekîtiyê û gotina desteya birêvebir hatin xwendin, û rêportacek derbarî karê yekîtiyê di dema bûrî de hate pêşkêş kirin.

Herwisa jî jimarek ji birûskên pîrozbahiyê gihiştine kongir, dîtir civîna girtî ya taybet bi endamên kongir destpê kir, û tê serokatiya kongir hate helbijartin û xişte û karnameya kongir hate pejirandin.

Ji aliyê endamên kongir ve bi berpirsiyarî xalên pêrewa navxweyî hatin gotûbêj û erê kirin. 

Herwiha çend biryar bo xizmeta çand û zimanê kurdî hatin standin.   Di dawiyê de desteyek cîbicîkar hate hilbijartin û rewşa herêmî tê de hate berçavkirin. 
hêjayî gotinê ye ku di roja înê 11/6/2021'an de, Serokê nû yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi cêgirê serok ve di kongirekî çapemeniyê de wê were ragihandin.
Qamişlo 
05/06/2021
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Desteya cîbicîkar.




Daxuyaniya dawiyê ya duyem kongirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يونيو 06, 2021 Rating: 5   Daxuyaniya dawiyê ya duyem kongirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Roja înê 4/6/2021ê li bajarê Qamişlo, li Hola Efrîn, bi xuleyek b...

ليست هناك تعليقات: