Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ahingek Bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê lidar xist - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأحد، 21 فبراير 2021

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ahingek Bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê lidar xist

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ahingek Bi bihelkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê lidar xist

Îro roja 21.2.2021 li ofîsa giştî ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li bajarê Qamişlo ahingek bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê lidar xist bi amadebûna hijmarek nivîskar, rewşenbîr, siyastmedar, rojnemevan û peyamnêrên çend kenalên T.V.
 Destpêkê endamê komîteya Çalakiyan Mamoste Mihemed Ebdê spasiyek germ bi mêvan û amadeyan kir û paşê xuleyek bêdeng li ser canê pakrewanên Kurd û Kurdistanê rawestan.
Êdî cîgirê Seroka Y.N.K.S Luqman Yûsif bi navê yekîtiyê pêşwazî û xweşhaliya xwe ji bo amadeyan anî ziman û rola rewşenbîr û nivîskaran di rojek weha pîroz de anî ziman.
Pașê çend helbestvanan helbestên xwe  xwendin, helbestvan Jiyan Murad, h. Ebdusmed Mehmûd, Dildarê Aştî û Mihemed Ebdê.
Di dawiya ahingê de komîteya radestkirinê ku ji  endamên rêveberiya yekîtiyê ne, Mamoste Birahîm Qasim û Luqman Yusif û Ebdusemed Mehmûd,  Xelata xwe ya salane radestî helbestvan Dildarê Aştî kirin.
Piştî radestkirina xelatê helbestvan #Dildarê_Aştî axaftinek derbarî vê roja pîroz kir.
 Û mamoste di gotina xwe de daxaz kir ku  parastina zimanê dayikê were kirin , û got kar û erkê ku Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya pê radibe pîroz e û ev xelat moral û hestên mirov xurt û bihêz dike, helbet ev cihê dilxweşî û şanaziya min e .  
Qmişlo:21.2.2021













Qamişlo:

21.2.2021



Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ahingek Bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê lidar xist Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on فبراير 21, 2021 Rating: 5 Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ahingek Bi bihelkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê li dar xist Îro roja 21.2.2021 li ofîsa giştî ya Ye...

ليست هناك تعليقات: