Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya Şaxê Hewlêrê li başûrê Kurdistanê di konfiransê xwe yê duyem serkeftî hate lidarxistin. - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 21 يناير 2021

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya Şaxê Hewlêrê li başûrê Kurdistanê di konfiransê xwe yê duyem serkeftî hate lidarxistin.

 



Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya ŞaxêHewlêrê li başûrê Kurdistanê di konfiransê xwe yê duyem de serkeftî hate lidarxistin

Iro roja pêncşemê 21.1.2021ê demjimêr 5ê êvarî bidema rojavayê Kurdistanê li peregeha Kapîtol

Konfiransê şaxê Hewlêr yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya bi serperiştiya şanda rêvebir ji seroka yekîtiyê Mamoste Wezna û sê endamên dîtir Ehmed Sofî-Berzan Hisên û Mehmed Ebdî pêkhatibû , hijmara endaman 28 Nivîskar,bi amadebûna Wezîrê rewşenbîrê kurdistanê û nûnerê Partiya dîmqrata Kurdistana Îranê û nûnerê Encûmena Niştimana Kurdistan Sûriya

Li destpêkê  xuleyek bêdeng li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê rawestiyan û bi Sirûda Ey reqîb destpêkir

Paş re gotina yekîtiyê ji layê Mehmed Ebdê ve hate xwendin û gotina şaxê Hewlêr ji layê Hozan Dêrşewî ve hate xwendin,û gotina Wezareta rewşenbîrê Kurdistanê ji layê berêz Namiq Hewramî ve hate xwendin,û gotina Encûmena Niştimanî ji layê Newaf Reşîd ve hate xwendin,herweha gotina Partiya Dimiqrata Îranê jî hate xwendin 

seroka yekîtiyê mamoste Wezna jî axivî û paçre Fîlmekî Dîkomînt liser şaxê Hewler hate weşandin

Paş re 8 endaman xwe berbijêr kirin ji bo rêveberiya şax  ji wan 5 biserketin ew jî ev in

Elî Şêxo: serokê şax 

Hêvî Mela:Cîgir

Alan Pêwend

Ehmed Şewqî

Ereb Horê

Wesa Konfiranc bi dawî hat bi rengekî dimqratî û asayî

Hewlêr 21.1.2021




































Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya Şaxê Hewlêrê li başûrê Kurdistanê di konfiransê xwe yê duyem serkeftî hate lidarxistin. Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 21, 2021 Rating: 5   Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya ŞaxêHewlêrê li başûrê Kurdistanê di konfiransê xwe yê duyem de serkeftî hate lidarxistin Iro roja pên...

ليست هناك تعليقات: