Hejarê Şamil Kurdlo Askerov –Rojnamenivîs û Nivîskar-Serokê Enstûtuya kurdî ya Rûsyayê û rêveberê Yekbûn Tv. - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 2 أكتوبر 2020

Hejarê Şamil Kurdlo Askerov –Rojnamenivîs û Nivîskar-Serokê Enstûtuya kurdî ya Rûsyayê û rêveberê Yekbûn Tv.



Hejarê Şamil Kurdlo Askerov –Rojnamenivîs û Nivîskar-Serokê Enstûtuya kurdî ya Rûsyayê û rêveberê Yekbûn Tv.

Hevpeyvîna Pênûsa Azad digel mamoste Hejarê Şamil kesayetiya navdar yê kurdên Qefqasiyayê

(Divê rewşenbîrên kurd kar ji bo kesayetiya netewî bikin û rê li asimilasyona Gelê kurd bigirin)

Amadekirin: Ebdulaziz Qasim 

Her nivîskarekî kurd dema li ser Kurdên Qefqasiyê û yên Soveyt bi gelemperî dinivîse, yekser û di serî de balê dikişîne li ser rola wan ya yekcar mezin di pêşxistina ziman û çand û edebiyata kurdî de, lê kêm babet hatine nivîsandin li ser  hewldan û xebata ji bo avakirina statuyek kurdî, tevî ku xebata wan ya siyasî kêmtir nîne ji xebata wan ya rewşenbîrî.

Kurdên Qefqasiya bi hezarên salan li ser erd û cihwarên xwe dijîn û li gor peymana "Gulistan" ya taybet li ser Qefqasiya di sala 1813'an di navbera Rûsya û Qacaran ​​de, beşek ji kurdistanê ket di bin desthilatdariya Rûsyayê (Azerbeycan) de.

Di navbera salên 1917-1920 de, çend komarên sosiyalist li Qefqasiya hatin damezrandin ( Azerbeycan, Ermenistan, Gurcistan).

Li gor biryareke Wladimir Iljitsch Lenin (1870-1924), ji bo çareserkirina nakokiyên netewî û millî, Moskow biryar bi damezrandina çend deverên otonomî da û di nav de biryar bi damezrandina Qeza Kurdistanê ya (sor) di 16 tîrmeha 1923'an de hate standin û otonomiyek ji kurdan re li ser rûberê 6210 km2 hate damezrandin û pêvajoya xwendin û nivîsandina zimanê kurdî di nav kurdên Qefqasiya de kete rojevê û ji wê rojê destpê kir, bi sedan nivîskar û akademsyonên kurdî yên navdar derketin holê, û xizmeteke mezin ji bo çand û edebiyata kurdî pêşkêş kirin, ji bo ji nêzîk li ser rewşa kurdên Soveyt û çarenivîsa wan rawestin, me xwe gihand nivîskar û rojnamevan û siyastmedarê navdar mamoste Hejarê Şamil ji bo rewşa kurdên Qefqasiya berçav bikin û bêhtir ronahiyê bêxin li ser hewldanên wan yên siyasî digel xebata wan ya di warê zanist û zanînê de.


1:  Bi kurtasî dikare Hejarê Şamil bide nasîn?

       Ez Hejarê Şamil Askerov im, li sala 1966 li bajarê kelbecer ( kevin bajar) li qeza kurdistana sor jidayîk bûme, kelbecer ku navê wê yê resen (kevin bajar) e, deverek (nahiya) ji kurdistana sor e ya xwemuxtarî (otonomî) ku di 20.09.1923'an de li ser beşek ji axa kurdistana Qefqasiya hatibû damezrandin.

Ez ji malbata Şamil Kurdlo Askerov im, Bavê min werger û helbestvan bû.

Em pênc xwişk û bira ne, min li Bakoyê (Azerbaycan), li zanîngeha filolojî xwenda xwe wergirt û paşî ji bo karê rojnamevaniyê di rojnama dewletê de (Rojnama Parlemanto) xebitîm, piştî helweşandina Soveyt di 1992'an de, me navendek bi navê Navenda Ronahî ya çanda kurdî bi alîkariya çend kurdên dilsoz (Şamil Askerov, Ehmed Hepo, Adilê Cemal, kamiz Cebraîlov, Temara Refoyî ...) ava kir û rojnameyek bi navê Dengê Kurd weşand, di 1993'an de, me partiyek damezrandin bi navê Partiya Bermaberiya kurdî û Azeriyan, ku ji aliyê netewperestên azarî ve ez rastî karekî terorkirinê hatim, lê ji mirinê rizgar bûm, lewra ez ji Azerbaycan berbi Rûsyayê çûm, û li wir di (kurdistan Post) de min karê rojnamevaniyê berdewam kir, paşî çûm kurdistanê û li Moskow nêzîkî 13 sala di nava karê rojnamevanî û siyasetê de xebitîm, û çend pertûk min nivîsandin, di dawiya sala 2004'an de çûm Qirxizistanê li paytexta wê Bişkek 10 sala derbas kir, li Bişkek min kar di pertûkxana navendî de dikir û dema min dît ku ti pertûkên kurdî nînin, min weşanxana (zingezor) ya kurdî damezrand û nêzîk 30 pertûkên cûrbicûr di derheqa kurdan de min çapkirin, di 2014'an de careke din ber bi Rûsyayê vegereyam û Enstûtuya kurdî ya Rûsyayê min ava kir ku hin jî karê wê serrast nebûye û me li vê dawiyê li ser online YekbûnTv weşand,


 min nêzîkî 12 pertûkên çapkirî hene di nav de (helbest, roman, dîrok û rojnamevanî), di 2006'an de malpera kurdistan post ji aliyê Yeşar kaya ve hate vekirin, paşî ji 2009'an ve ez bûm rêveberê malpera kurdistan post, ku rojane 35000 kes serdana malperê dikirin, çend malperên din me vekirin û paşî Înîsiyatîfa Rewşenbîrên kurd me dirust kir û malpera rewşenbîr belav kir, niha karê li ber destê min; Enstûtuya kurdî ya Rûsyayê û YekbûnTv ye, û du pertûk girîng berdest hene ku nehatine çapkirin 1- Ensyklopedya kurdên Soveyet, ku nêzîkî 1000 rûpelî ye, 2- Ferhenga Rûsî-kurdî ye ku bi alîkariya Tamiz Şedadî hatiye amadekirin ji 1200 rûpel û 56000 peyvên Rûsî û kurdî pêk tê, tevî ku ferhengeke Rûsî -kurdî heye ku yekem car ji aliyê Îvan Faris li sala 1958 hatibû çapkirin, (li gorî axafina mamoste Hejar ku ew ferhengek pir baş e, lê zimanê kurdî di nav 50 salî de pir pêşketî ye ji bo vê yekê pêdivî bi ferhengek nû heye û wê li ser online jî belav bibe).

Kurdên Soveyt xebateke wan ya dirêj û dewlemend heye ji bo pêşxistina ziman û edebiyata kurdî bi awayekî pêşeyî û akademî, hevdem ku çend beşên kurdnasiyê (kurdolojiya) li çend bajaran bi taybetî li Leningrad heye, gelo Enstûtuya kurdî li Rûsyayê heta çiqasî dikare bibe xwediyê vê mîrata mezin?

      Li Soveyta berê, li Enstûtuya Rojhilatnas Petersburg (Leningrad) beşekî kurdî hebû, li Miskow jî beşek (maseyek kurdî) hebû, çend ronakbîr û rojhilatnasên bi navudeng tê de kar dikirin û niha jî ew beş tenê bi nav man e, ne wekî li dema Soveyt, ku dewletê Soveyt alîkariya darayî dide, û kadiroyên kurdolojiya bi awayekî akademî û zanistî amade dikirin û kar li gorî prensîp û profesionaliyê dibû, her ji serdema Rûsya Qeyser ve, mîna Alexander Jaba (Zaba) (1801 - 1894) û Orbelî (1887-1961) bigire heta bigehe Qenatê Kurdo (1909-1985), û Minorsky (1877 – 1966), Margaret Rodenko (1930-1976),  Şikroyê Xido, Ordîxanê Celîlî, ku bi dehan rojhilat û kurdnas yên bi navudeng kar û xebatên zanyarî di dîroka Kurdolojiyê de kirin û rûpelên geş û  rê li ber rojhilatnas û lêkolînerên Kurd vedikirin ku derbasî warê rastnivîsîna destnivîsên mîrata Kurdî bibin û mohra xwe li lêkolînên paşîn yên di vî warî de bi gelek berhemên bi nirx hiştin.

Niha jî li Leningrad yek du kes hene lê dikarim bêjim ku Enstûtuya kurdî nîne, ku dewlet niha alîkariyê nade, herwisa ku di sala 1967'an de beşekî kurdolojiyê li akademya zanistî ya Azerbeycanê hebû, li akademya Erministanê jî beşa kurdolojiya hebû, bi dehan pertûk lê hatin çapkirin, heta li Gorcistanê hebû, niha ti dewlet alîkariyê nadin û hin kes li gorî karîna xwe kar dikin, ku îro karê kurdolojiyê li Moskow û Leningrad û Acerbeycan û Erministanê nîne, ji ber vê yekê wekî pêwestiyekê me Enstûtuya kurdî li Rûsyayê damezrand ji bo kar û xebatên zanistî û edebî û herwisa civakî jî, ji ber wisa nikarim bêjim ku Enstûtu bi tenê zanistî ye, ku ji berê çend salan me destpê kiriye, min bi xwe ev proje pêşniyar kiribû, ji ber giringiya hebûna vê Enstutuyê ji bo xwedî li mîrat û çanda kurdî derkeve, lê bi rastî ji bo birêvebirina Enstûtuyê pêdiviya me bi akademsyon û kardiro û alîkariya darayî heye, lê nebûna dirav û pere  çavê min natirsîne, em ê karê xwe berdewam bikim û ez bawerim ku Enstûtuya kurdî wê di dema pêş de pêşbikeve û wê berhemên baş derxîne, ku kar bi gavekî destpê dike.

Li vê dawiyê Yekbûn Tv li ser online ji aliyê Kurdên Rûsyayê bi rêveberiya we tê weşandin, gelo dikare ji bo me armanc ji weşandina Yekbûn Tv xuya bike?

      Tevî Ku yekbûn Tv taze (nû) dest bi weşanê li ser online kiriye, lê bala milet kişandiye û helbet me çend armanc li pişt weşandina Yekbûn Tv hene, ku bi hemû îmkanên xwe yên berdest dixwazin xwedî li mîrata rewşenbîriya Kurdên Qefqasiya derkevin, wek tê zanîn ku kurdên Qefqasiya xwedan çend nirxên rewşenbîrî yên dîrokî ne wek riya taze, radiyoya Êrîvanê, bi sedên pertûk û roman û berhemên bi nirx di warê kurdlojiyê de hene, em dixwazin vî mîratî pêşkêş bikin ji bo kurdên Qefqasiya bi taybetî û hem ji bo kurdên diniyayê û bi serdejî zêde bikin, armanca duyê ku di hemû kar û xebata xwe de ku em hewl didin rê li pêşiya asîmilasyona kurdan bigirin, ku li Azerbeycanê nêzîkî nîv milyon kurd asîmilasyon bûye, li Gorcistanê bi sedemên aborî (oknomîk) miletê kurd nemaye û koçber bûye, herwiha li Ermenstanê berî helweşandina Soveyt nêzîkî 40 hezar kurd hebûn, lê niha 5 hezar kurd nînin.

Sêyemîn armanc ku yekbûnê bêxin di nav kurdên Soveyt de, ku çend dewlet pêşengiyê li çêkirina cudahiyên olî di navbera kurdên mislman û êzîdiyan de dikin bi taybetî Ermenistan pêşengiya vê yekê bi alîkariya Tirkiyê dike, tevlî ku Ermeninstan û Tirkiyê wek dijiminên hev têne naskirin, lê bi rolekî hevbeş alîkariya hev dikin di aliyê parçekirina kurdan de.

Ev problemek mezin divê çareser bibe bi riya yekîtiyê û divê em bi yekîtiya xwe lehîstokên dijmin pûç bikin, hevdem ku hin partiyên siyasî hatine di nav kurdên Soveyt de û hin karên baş kirine, lê hin nexweşiyên xwe jî xistine di nava civaka kurdî de û hin dixwazin partîçîyê li şûna netewperweriyê bicih bikin, ku ev jî nexweşiyeke wekî asîmilasyonê ye, em yek milet û yek netew in ku nabe nêrînên siyasî me cuda bikin, divê her kurdek bizane ku em xuşk û birayên hev in, em dixwazin di vî alî de bixebitin û wekî kurdên soveyt bi yekîtiya xwe bibin mînak ji bo tevaya gelê kurdistanê û armancên din jî hene wek xurtkirina kar û têkiliyên di navbera kurdên soveyt û kurdên kurdistanê de, peydakirina pirr û rêyên têkiliyên çand û huner û ziman di navbera kurdan de, ku niha programê Yekbûn Tv bêhtir li ser kurdên soveyt in, ku em gelek kar dikin li ser mediya civakî û me têkilî bi mediya Rûsan re hene ji bo weşanên xwe, tevî ku me hin problemên darayî hene jî lê hêviya me bêne çareserkirin wek kurd dibêjin ku (karwan di rê de rast dibe).

  ji bo çi kurdistana sor hate damezrandin û çima zû hate helweşandin?

Bersiv: Di serî de dixwazim bêjim ku tiştek bi navê kurdistana sor nîne, di destûrê de bi fermî navê wê Qezaya Kurdistan bû, lê di nav gel de bi kurdistana sor dihat naskirin wekî ala sor, artêşa sor, ku sor wekî navnîşana Soveyt bû.


     Duwem tişt ku kurdên Qefqasiya li ser erda xwe bi hezarên salan dijîn û ew ne miletek koçber in û erda kurdên Qefqasiya beşek ji erda kurdistanê ye (hin dibêjin bi şaşî dibêjin ku kurdistan çar parçe ye li ser pênc parçe hatiye parçekirin), li ser vê yekê têzek (lêkolînek) min heye min di pertûka xwe de li ser kurdên diyasporayê bi dehan rûpel di derheqê vê tiştê nivîsandiye ku kurdistan pênc parçe ye, kurdistana Qefqasiya parçe pêncemîn e, di dused salên dawî de ji kurdistana mezin hatiye veqetandin, qezaya kurdistana sor beşek biçûk ji kurdistana Qefqasiya ye.

Piştî sala 1920'an de, komarên sosyalist li Qefqasiya hatine damezrandin, di wê demê de gelek arîşe û nakokiyên corbicor di navbera Azerî û Ermenî û Gorciyan de hebûn, û Soveyt ew nakokiyên milî bi rêya dirustkirina herêmên otonomî çareser kirin, ku li Gorcistanê 4 herêmên otonomî hatin peydakirin û li Azerbeycanê du herêmên otonomî Naxçevan û Karabax hatin avakirin, di 16 tîrmeha 1923'an ji aliyê Moskow û Azerbeycan biryar hate standin bi damezrandina otonomiya Qezaya Kurdistan, ku biryar wisa bû ku kurd bêhtir li çi deverê dijîn li wê deverê otonomiya kurdan bihête avakirin û Qeza kurdistanê ji çend "nahiya" bajaran hate damezrandin (Laçîn, kelbacer, Qubadlî, Zengîlan), ku bajarê Laçîn paytex bû, li gorî serjimar û îstatîstîkên fermî yên Azerbeycanê yên sala 1926'an ku rêjeya kurdan ji 72% li wê qezayê zêdetir bû û li devera kelbecer û Laçîn ku rêjiya kurdan 99% zêdetir bû ku bi tenê 180 kes tirk li herdu bajaran hebûn.

Otonomiya kurdan hate damezrandin, dest bi weşandina rojname hate kirin û li bajarê Şûşê dibistanên kurdî hatin vekirin ji bo amadekirina momosteyên kurd serokê wê Silêman Rehîmov, nivîskarekê pir navdar bû, mamoste amade kirin ji bo waneyên zimanên kurdî, û tevî ku Qezaya kurdistanê otonomiyek biçûk jî bû gaveke dîrokî bû ji bo kurdên Qefqasiya bibin xwedî statuyek netewî û ev yek bibe emsal (nemûne) bo parçeyên din yên kurdistanê.

Piştî şoreşa Şêx Saîd û şoreşa Agirî têkilî di navbera Soveyt û Tirkiye de xurt bûn, tevî ku di sal 1920'an de peymanek di navbera Rûs û Tirka de hebû (peymana Enqera), lê piştî 1925 ev peyman hate aktivkirin, Ataturk soz dabû Moskow bi avakirina dewleteke sosyalist, lewra Moskow alîkariyeke darayî û leşkerî ya mezin da neteweperistên tirk ku amarên fermî bi van alîkariya hene, Rûsya gelek alîkarî da tirkiye û herwisa beşdar bû bi tank û hilîkopterên xwe di helweşandina şoreşa Agirî de, serhildana Agirî bi hilkopterên Rûsya hate bordoman kirin.

Tirkiye ji soveyt helweşandina qezaya kurdistana xwest ji tirsa ku kurdistana sor bibe nemûne bo parçên din yên kurdistanê, ku her çiqas qeza kurdistanê biçûk bû lê dibe bibe statuyek ji bo tevaya kurdistanê.

Sedemên cuda jî hebûn ku kurd bi xwe xwedî li qeza kurdistanê derneketin, ku zêdetirî nîvî milet asimile bibû, ku li wê çaxê tevî ku miletê qezayê 99% kurd bûn lê nêzîkî nîvê milet bi kurd nizanî bûn, ku asimilasyona kurdan li Azerbeycanê ji zû ve destpê kir bû, rêjeyeke mezin ji kurdên Qefqasiya di nav arzerî û Ermeniyan de asimilasyon bibûn, û hejmara kurdan kêm bibû li beramber zêdebûna hejmara Ermenî û Azeriyan û hêdî hêdî kurdistana Qefqasiya ji aliyê fêzîkî ji kurdistana mezin hate qutkirin, lê dîsa sedema sereke Tirkiye bû.

Hewlên nûavakirina kurdistana sor berî helweşandina Soveyt şikestin, gelo niha kurdên Qefqasiya dikarin bi awayakî yasayî careke din daxwaza kurdistana (sor) bikin?

      Herwekî dizanin ku piştî helweşandina otonomiya kurdan di sala 1929'an de, gelek Kurd ji Qefqasiya hatibûn derxistin, herwisa ji aliyê netewperestên Ermenî jî 18 hezar kurd ji Ermenstanê hatin derxistin û bi destpêkirina şerê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de yê li ser Qerebaxê di sala 1988'an de, Qeza kurdistanê bû qada şer di nav wî şerî de ji ber ku Qerebax li ser sînorê Qeza kurdistanê ye, ji enczma vê yekê hem kurdên Ermenistanê û hem kurdên qeza kurdistanê hatin qewitandin ku ber bi Rûsya û Asaya navîn çûn, û kurdên Soveyt ji bo çarenivîsa xwe ketin tevgerê, Rêxistina Yekbûn di sala 1989'an de bi armanca vegerandina xwemuxtariya qeza kurdistanê damezrandin û ji aliyê wezareta adilî ya Soveyt ve bername û programê Yekbûn hat pejirandin, di destê me de ev wek dokmunt heye ku bernamê rêxistina yekbûn ji aliyê wezareta dada Soveyt ve hatibû pejrandin û bername wê bi xwe li ser nûavakirina Qeza kurdistanê bû, di navbera salên 1988-199q'an de ji aliyê kurdan çend mîtîn û xwepêşandan li Moskow hatin lidarxistin, daxwaz ji parlamentuya soveyt kirin, û çend komsyon ji bo daxwaza kurdan hatin dirustkirin û baweriyek xurt peyda bû, nemaze ku "Jewgeni Primakow" serokê Encûmena netewî ya soveyt di destpêka 1991'an de bi kurdan re hevdîtin pêkanî, Primakov silavên Serokê dewleta Soveyt Michail Gorbatşow (1985-1991) gehandin kurdan û soz da bi avakirina kurdistana sor, û di dawiya 1991'an de bi yekcarî Soveyt hate hewleşandin û pêre jî daxwaza nûavakirina Qeza kurdistanê bi awayên siyasî û hiqûqî hatin beravîtîkirin û Rêxistina Yekbûn jî hate helweşandin.

Piştî helweşandina Soveyt, 15 komarên netewî hatin damezrandin û ji bo dubare avakirina her otonomiyekê pir zehmetî ketin rojevê û hin merc derketin holê, ku pêdivî avakirina her dewletekî yan otonomiyekî bi hebûna mercên siyasî û jopolîtîk heye, herwiha divê milet bi xwe jî amade be.

Îro di dema niha de, ji bo kurdên qefqasiya ti derfet û mercên siyasî û jopolîtîk peyda nabin û hem milet jî ne amade ye bi taybetî kurdên Azerbeycanê ku piraniya wan asîmilasyon bûne.

Di nav kurdan de organzîmek heye, ku heger şoreşek li başûr yan li bakur bibe, rojava û rojhilat bi hawar û alîkariyê diçin, lê mixabin ji bo kurdên qefqasiya ev yek ji herçar parçên kurdistanê nabe!

Mixabin ti pirojên kurdî derbarê kurdên qefqasiyê di bername û planên hêzên siyasî yên kurdistanê de nînin!

Kurdên Soveyt bi tena xwe nikarin xwe amade bikin, nikarin ne aliyê fîzîkî û ne ji aliyê darayî û derûnî û fikrî bi karubarên xwe rabin, bêyî alîkariya miletê kurd pirsa kurdistana sor çareser nabe, ku dema kurd bixwazin pirsa kurdên qefqasiya bêxin di rojevê de, wê gavê pêdivî bi piştgiriya herçar parçên din yên kurdistanê heye.

Niha em kar dikin li gorî îmkanên xwe ji bo pirsa kurdistana qefqasiya di rojevê de bimîne, bi riya nivîsandina daxuyanî û weşandin bruşor û peyama û dûvçûna Rûsyayê, ji bo vê yekê min pertûkek bi Tirkî ji bo kurdên Azerbeycanê çap kiriye, ku bi zimanê Rûsî jî hate wergerandin û niha bi kurdî jî tê amade kirin.


Bi rastî ne kurdên soveyt amade ne û ne jî kurdistan amade ye, lê ev yek nayê bi wê wateyê ku em xwe amade nekin, pêdiviye ku herroj derheqa vê yekê xwe amade bikin û dema derfetên jopolîtîk peyda bibin, pêdiviye em wan derfetan jidest nedin wan bikar bînin.

Bi baweriya min ku kurd dikarin niha daxwaza xwe ji bo otonomiya qeza kurdistan nû bikin, ji ber ku krîza Qerebaxê hin jî di navbera Eremenî û Azeriyan de nehatiye çareserkirin, û pirsa Qerebaxê bi pirsa Qezaya kurdistanê ve girêdayî ye, tevî ku çareserkirina krîza Qerebaxê tiştek zehmet e, lê bêyî çareserkirina pirsa kurdistana sor çareser nebe, ji ber ku her di salên 1923-1929'an de otonomiya qeza kurdistan bibû navbir di navbera orta Azerî û Eremeniyan de ku herdu milet ji hev cuda dikirin.

Her çiqas hersê merc ji bo nûavakirina kurdistana sor lawaz in, lê dîsa û li gor nêrîna min pêwîst e ku rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û siyasetmedarên kurdan li ser pirsa kurdistana sor bi xurtî bisekin in, ji bo ku em hem miletê xwe amade bikin û hem bi cîhanê bidin qebûl kirin, ku ev erdê bav û kalên me ye, me ne ji çolê dîtiye, ev parçek ji kurdistana mezin e, bi hezaran salan erdê me ye her çend ku îro ne di destê me deye.

 Bi dehan nivîskar, helbestvan, hunermend, akademîsyen, dîrokzan, zimanzan, siyasetmedar di nav kurdên Qefqasiya de derketin bi taybetî li komara Ermenistanê di rojên serdema Sovyetî de (1920-1990) de, heta çend kurd bi taybetî revenda kurdî ya li derveyî welat dikarin qazincê ji ezmûna kurdên Soveyt bibînin bi taybetî ji bo parastina ziman û pêşxistina çanda kurdî?

      Ezmûna kurdên Soveyt ya rewşenbîrî bi rastî di dîroka kurdî de fonomeyek, ezmûneke pir dewlemend e, bi dehan kurdnas, akademsyenên bi navudeng, nivîskar û zimanzan di 60 salan de, ku berhemên pir bi nirx afrandin e.

Helbet ev yek dibe fonomeyek (zemîneyek) ji bo pêşxistina çand û zimanê kurdî, lê pêdiviye ku em li ser sedemê vê rawestin ku çawa ev pêşketina wisa peyda bû?

     Belê pevajoya pêşketina kurdên Soveyt û Ermenistanê ji sala 1920'an destpê kir û bi xurtî ji sala 1930'an û şûn de destpê kir, ku sedema yekem ya vê pêşketinê ji ber nêzîkbûna dewleta Soveyt bû ne ya Ermenistanê bû, ku hin kes tevlîheviya dikin dema dibêjin ku Ermenistanê alîkariya kurdan kiriye?

nexêr dewleta Soveyt, sîstema Soveyt alîkariya kurdan kiriye û bi tenê Ermenistanê fermanên Moskow bicih dikirin.

Ev yek dide xuyakirin ku nêzîkbûna dewletê ji bo her pêşketina miletekî tiştek pêwîst e, ku heger me dewlet hebe wê çanda me bi hezar carî ji wisa pêşketîtir be.

Ji ber vê yekê pêwîstiya me bi dewleta netewî heye, ji bo avakirina dewleta netewî netewperistî pêwîst e, divê kesayetiya kurdî li ser netewperweriyê ava bibe, ku netewperistî di nav kurdan de gelekî kêm e, ev yek erkê rewşembîrên kurdan e ku kesaytiya netewî ava bikin, çap û rast derew û xapandin e, divê em kesayetiya xwe li ser netewperistiyê ava bikin ji ber heta em nebin netewperwer em nabin xwedan niştiman û dewlet.

Ezmûna kurdên Soveyt diyar dike ku tevî nêzîkbûna dewleta Soveyt, herwisa ji bo revenda kurdî li diasporayê jî dibêjim: ku çend ew dewletên Ewropî û rojavayî nêzîkî kurdan û demokrat bin jî, lê revenda kurdî nikare rê li ber asîmilasyonê bigire, bi tenê hebûna dewleteke netewî ya kurdî, kurdistaneke serbixwe dikare gelê kurd bike netew û wê ji asîmilasyonê biparêz e.

(Digel rêz û pêzanînên me ji bo mamoste Hejarê Şamil re yê hêja û qedirgiran).





Hejarê Şamil Kurdlo Askerov –Rojnamenivîs û Nivîskar-Serokê Enstûtuya kurdî ya Rûsyayê û rêveberê Yekbûn Tv. Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أكتوبر 02, 2020 Rating: 5 Hejarê Şamil Kurdlo Askerov –Rojnamenivîs û Nivîskar-Serokê Enstûtuya kurdî ya Rûsyayê û rêveberê Yekbûn Tv. Hevpeyvîna Pênûsa Azad digel...

ليست هناك تعليقات: