KOÇA DAWÎ-EBDULHEKÎM MUHEMED - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 3 أغسطس 2020

KOÇA DAWÎ-EBDULHEKÎM MUHEMED




KOÇA DAWÎ-EBDULHEKÎM MUHEMED


Jiyaname               

Ebdulhekîm Ehmed Muhemed
Sala 1977 an li gundê Girêpirê jidayik bûye, ji derçûyê zankoya Şamê ye, beşê ziman û wêjeyên Fransî, sala 2011 an wek mamosteyê zimanê fransî karkir di dibistanên fermî de ên sûriyê li gundewarê bajarê Tirbespiyê.
Ji pazdehsaliya xwe ve dest bi hînkirin û fêrbûna zimanê kurdî kir, û girêdana wî bi zimanê dayikê ve jê re bû evîn û meraq, di heman demê de dest bi nivîsandina kurdî kir, destpêkê bi helbestê ta ku karîbû bibê mamosteyê zimanê kurdî û bi sedan şagirt li ser destên wî fêrî ziman bûn.
Di sala 1996 an de dest bi karê siyasî kir ta ku giha asta serkirdayetiyê di partiya xwe de.. û ta îro di kar û xebata xwe de berdewame wek partîzanekî û hem jî wek nivîskarekî. 
Endam û bêjerê koma Şanîdar bû li bajarê tirbespiyê, ji sala 1999 an ta 2009 an.
Endamê desteya rêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ye.
Endamê Desteya sernivîseriya Govara Pênûsa Azad e.
Berhemên wî:
Ziman û Rêzimana Giştî a Zimanê Kurdî, Zaravê Kurmancî
TIRAJI MONOLOG- LIMAZA ENA wergerandin bi zimanê erebî / şano
Koça Dawî, wergerandin ji zimanê Erebî, roman
Çîrokin ji Wêjeya Holandî ji bo Zarokan, wergerandin bi Kurdî, çîrok
HESTENEST bi zimanê kurdî/ helbest, destnivîs e. 
-Gelek gotarên wî bi zimanê kurdî û erebî di rojname, govar û malperên kurdî û erebî de hatine belavkirin.
Ji bo pêwendî û pêşniyaran:
Plead-f@hotmail.com  \ alarooo2014@gmail.com




KOÇA DAWÎ-EBDULHEKÎM MUHEMED Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on أغسطس 03, 2020 Rating: 5 KOÇA DAWÎ-EBDULHEKÎM MUHEMED Jiyaname                 Ebdulhekîm Ehmed Muhemed Sala 1977 an li gundê Girêpirê jidayik b...

ليست هناك تعليقات: