BUXÇIKA BIYANIYÊ-HELBEST-GULISTAN AWAZ - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 3 يوليو 2020

BUXÇIKA BIYANIYÊ-HELBEST-GULISTAN AWAZ



BUXÇIKA BIYANIYÊ-HELBEST-GULISTAN AWAZ

Gulistan Awaz :
Ji gundê (Ebo K'ebê) navçeya Cindirêsê - Efrînê ye.
*Li sala 1982an, li Helebê - Sûriyê ji dayîk bûye.
*Çar zarokên wê hene û hemû lawik in.
*Li sala 2008an, bi tirs û bi dizî di hundirê  malan de li Helebê di Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî de  dest  bi fêrbûna zimanê kurdî kir.
*Li sala 2013an, piştî ku wê asta siyemîn a rêzimana Kurdî bi pileya baştirîn di Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî de li Sûriyê qedand û ji ber rewşa xirab li Helebê ew li gundê Celemê, Cindirêsê- gundê hevjînê xwe- bi cih bû û dest bi fêrkirina zimanê Kurdî di mala /Zanîn/de li gundê Celemê kir, bi dehan xort û keç, biçûk û mezin li gel hin mamosteyên din ên ji gundê Celemê fêrî zimanê kurdî kirin.
* Ji sala 2012an,  dest bi nivîsandina  Kurdî kir.
*Carina gotaran jî dinivîsîne û di hin kovaran wek (Pênûsa Azad) û malperên kurdî de diweşîne.
*Yekemcar dema ew hînî zimanê kurdî dibû, pirpegandek(دعاية) bi Kurdî bi navê( Pêpsiyan Hertim Vexwin) nivîsand û di rojnama NEWROZê ya hejmar(96)an de sala 2011an hate weşandin.
*Li sala 2016an ew li gel çend xwendekaran di rêya êntêrnêtê re fêrî beşê wêjeya Kurdî di warê helbesta kilasîk di riya peymangeha Bedirxan li bajarê Dêrka Hemko bû û bawernameya serkeftinê wergirt.
*Ji sala (2017)an, li gel malbata xwe li Almanyayê li bajarê Bremen, bi cih dibe.
*Carina pêşkêşvaniya aheng û cejnan jî dike wek(Cejna Newrozê ).
*Carina lêvegerên vekîtî û zimanî ji pirtûkên kurdî re dike û yekemcar li destpêka sala 2017an, lêvegereke vekîtî li gel çend mamosteyan ji pirtûka ( KELÎLE Û DÎMNE ) ya ku Dr. Mihemed Ebdo Elî ji erebî wergerandibû kurdî kir, pişt re  lêvegerek ji pirtûka mamoste Birahîm Mela Qasim a bi navê (CIWANKARIYA HELBESTA KURDÎ " Lêkolîn "  kir û niha pirtûkeke din jî ya mamoste Birahîm Mela Qasim di nav destên wê de ye û ew lêvegerê jê re dike.
*Li bajarê ku ew lê dimîne di Komela Civaka Kurdî ji bo Perwerde û Hînkariyê-Hînkarî Bremen- de cîger serokê komelê ye.
*Li sala 2019an, li gel hin mamosteyên Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî yên li Almanya bi cih dibin, şaxek ji saziyê re damezrandin.
*Ew niha waneyên fêrkirina zimanê kurdî (online) dide.
*Piştî ku nexweşiya Koronayê li cîhanê belav dibe, ger û kar radiweste û herkes di mala xwe de dimîne, wê vê valahiyê qezenc kir û ji xwe re derfetek dît da ku dîwana xwe ya yekê çap bike û ji weşanxaneyê re bişîne.
 Gulistan dibêje:``Ez gihiştim armanca xwe û pirtûka min a yekê ya helbestên nûjen, li 17.06.2020an, ji weşanxaneya SerSera li Almanyayê gihişte ber destên min``.
* Pirtûk bi navê BUXÇIKA BIYANIYÊ ye.
* Ji 108 rûpelan pêk tê.
*Hejmara helbestan 51 in.
* Pêşgotin a mamoste Merwan Berekat e.
*Wêneyê bergê û wêneyên ku di nav rûpelên pirtûkê de, ji berhemên şêwekar û mamosteyê efrînî Aslan Memo ne.
* Naveroka helbestan li ser êşên penaberî, biyanî û bidûrketina ji hemêza welêt e, qêrîn û hawara Efrîna kezebşewitî ye û kêm caran deriyê evînê jî dipelîne.



BUXÇIKA BIYANIYÊ-HELBEST-GULISTAN AWAZ Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يوليو 03, 2020 Rating: 5 BUXÇIKA BIYANIYÊ-HELBEST-GULISTAN AWAZ G ulistan Awaz : Ji gundê (Ebo K'ebê) navçeya Cindirêsê - Efrînê ye. *Li ...

ليست هناك تعليقات: