Hunermend Cemal Sadûn hijêkerên xwe xembar kirin.
M.Emîn
Sadûn
Hunermend Cemal Sedûn di roja 1/6/1958 an de, li bajarê
Dêrika Hemko çavên xwe vekiriye û hatiye li ser rûyê dunyayê. di zarokatiya xwe
de tevlî karê hunerî bûye û bi saz û awazên hunerî yên kurdî firşik û mezin
bûye.
Cemal Sedûn jîn û jiyana xwe terxankir bû, ji bo huner û
stirana kurdî ya folkulorî û
netewî, di wê pêvajoya dûvdirêj de pir
derd û êş kêşand, û toşî gelek astengî û aloziyan jî hat. lê tevî giraniya barê
wan derd û êşan, ew ji ya xwe nehat xwar û ji Hespê hunera kurdî peya nebû, û
ji bîr û ramanên xwe yên pêbawer dûr neket, xwe ragirt û li ber xwe da, ma
berdewam li ser xebata xwe ya hunerî, û bi mêranî û serfirazî nama hunerî ya
pîroz bicih kir û di hêlînên hêviyan de ew xwedî kir, û di dilê keç û xortên
kurdan de ew kedî û mezin kir.
Cemal Sedûn yek ji
wan hunermendên kurd yên bi nav û deng bû, ku nameya huner û stirana kurdî ya
resen bilin hilgirt, bi nerxekî buha di himbêza xwe de wergirt, di dîroka xwe
ya hunerî de, ya ku bêhtirî çil salan vedikêşe, ev nama mirovatî ber bi aso û
astin bilindtir veda , ji ber bawer bû û têdigiha, ku ev name yek ji nameyên
bingihîn û serekîye di avakirina şaristaniyê de û bi çi rengî nayê başiqekirin
ji çand û jiyana civaka mirovatiyê. ew bîr û boçûn pêre niman û giha wê
baweriyê ku bi rêya wê pêgihiştin û têgihiştinê mirov dikare kêşeyên mirovan, û
derd û êşên wan derbike,û her wiha hêvî û omîdên wan ber bi paşerojeke geş ve
bibe .
Bi rastî, Cemal Sedûn bîranîna xelkên Dêriyê bû, sebet û
gencîneke zîrîn bû, ji stiran û folkulorê kurdî yê resen re, ew yek ji sê
hunermenda bû, piştî xalê xwe hunermendê xwedêjêrazî Ebdoyê Elanê û hunermend
Îsivê Elî Xira, ku saz û amîrên mozîkê yên bi têlan têne lêdan wek Çimbiş û
Temborê li bajarê Dêrikê û dor û berên wê bikar anîye. li Dêrikê bi dengê xwe
yê xweş û zelal şahî û helkeftên civakî û netewî dixemilandin, bi canê xwe yê
sivik, bi dilê xwe yê gerim , bi hêrsê
xwe yê gur şiya cihekê xwe yê xuya di nava dil û canê miletê xwe de
bigire û karî hijêkeran ji xwe bibîne û
gelek zarvekeran li dûv xwe jî bihêle. îro bi koçbarkirina wî re gelê
kurdistanê bi giştî û xelkên Dêrikê bi taybetî xemgîn û melûl dimînin.
Cemal Sedûn mirovekî
merd, mêr û canfîda bû, çavên wî ti caraî nedişikest û ji mirin û girtinê
neditirsa, tişta pêbawer û dihişê wî de digera dikir û li benda encaman nedima
, ji ber wan nêrîn û helwêstên xwe yên wêrane, pir caran li ser destên dezgehên
ewlekariyê yên rêjîma Ba`as a şovîn û regezprest rastî girtin, lêdan û
eşkenceyên xirab dihat û gelek caran gefên tilîperçiqandin, zimanjêkirin û
kuştinê lêhatin xwarin û qûtê zarokên wî jî birîn, tevî wan gef û guvşên dijwar
û kedxwar, ew î serê xwe ne tewand,
dilsarî, sistî û xavîyê cihên xwe di dilê wê yê gur û gerim de negirt, û
çi dema bablîsok û bahozên siyasetên şovîn û regezperist yên rêjîma Ba`as a
faşist radibûn, ewan bablîsok û bahozan di nava tarî û gerîneka xwe de, ew
tavêtin kolanên welatên biyaniyê, lê hê germa wan bablîsok û bahozan sar
nebûyî, ew î Çimbişa xeman dida milê xwe û berê xwe dida Dêrika hêviyan , ew
Dêrika ku cihê xwe di kûrahiya kovanên dilê wî de girtibû. Bi rastî ew evîndar
û aşiqê Dêrikê bû , ka çiqasî xelkên Dêrikê ji wî hez dikir û li ber dengê wî
bendehoş, mest û dilgeş dibûn. ewqasî ew jî wefadar û dildarê wê bû , ji Dêrikê
û ji xelkên wê hes dikir, her wextî digot : Dêrik av e û ez Masî me, bi çemê
Dicle û Eydîwerê re dilorand, bi kaniya Eskerî û xeyda re distirand ,û di şahî,
aheng û newrozên Dêrikê de dilîland.
Cemal Sedûn şahî û
dawetên Dêrikê dikirin xwepêşandan û ahengên netewî û şoreşgerî. bê dudilî
mirov dikare bêje, Cemal Sedûn yek ji wan mirovên zana û çeleng bû, ku tovê
têkoşîn û şoreşê di wan rojên reş û tarî de di civaka kurdî de belav dikir ,
her weha yek ji hunermendên navdar e, ku stiran li ser pêşewa , rêber,
serhildan û şoreşên kurdî distirand û bi tayetî li ser Barzaniyê nemir, partiya
Demoqrata kurdistanê û serok Mesûd Barzanî û pêşmergên kurdistanê. îro çûna wî
ya zû û ne xasim di vê dema nazik û hestyar de, ne tenê ziyaneke ji malbat, kes
û karên wî re, lê belê zerereke mezin e
ji huner û stirana kurdî re û her weha ji kêşeya netewî ya gelê kurd re.
çiqasî em bêjin, em ê
nikaribin ked û xebata çil salî di gotineke wisa de diyar bikin û bidin diyar
kirin.
Cemal Sedûn bi laşê xwe ji nav me bar kir, lê wê bi dengê
xwe yê xweş û resen bimîne sax, û şûn û şopa wî, wê di dilê hijêker û
zarvekerên wî de bijî .
ليست هناك تعليقات: