Komeleya Civaka Kurdî ji bo Perwerde ûHînkariyê li Bremen-Almaniya
Komeleya Civaka Kurdî ji bo Perwerde û Hînkariyê li
Bremen-Almaniya
Îro Komeleya Civaka Kurdî ji bo perwerde û Hînkarê e.
V.(Hînkarî Bremen e.V.) , hevdîtinek bi malbatên kurd re li komela Komkar a li
bajarê Bremenê kir .
Li destpêkê , li katjimêr 11:00 an, endamên Komelê yên
komisyona malbatan tev malbatên Kurd taştêyeke kurdî bi hev re xwarin .
Pişt re cîgira yekê ya serek Zozan Farahvashi bi zimanê
almanî û bi zaravayê zazakî Komeleya Civaka Kurdî û armancên wê da nasîn .
Cîgira duyem a serek Gulistan Awaz kar , xebat û armancên Komelê bi zaravayê kurmancî pêşkêş kir , herwiha mamosteyê zimanê kurdî li bajarê Bremen Ronî Stêrk di warê tevlibûn û tomarkirina zarokan li dibistanan ji bo zimanê kurdî şirove û xuya kir .

Hêjayî gotinê ye , ku Komeleya Civaka Kurdî ji bo Perwerde û
Hînkariyê li 09.06.2019 an li bajarê Bremenê hate damezirandin .
Endamên Komîteya Birêvebir a giştî akadêmînerên kurd/alman in . Ew li seranserî
Almaniyayê di warê Perwerde û Hînkariyê de ji bo mafên jin , zarok, ciwan û
dêwbavên kurd dixebitin .
Li dawiyê malbatên kurd kêfxweşiya xwe ji kar û xebatên
Komelê re xuya kirin û soz dan ku ewê
piştgir û alîkariya Komeleya Civaka Kurdî bikin .
piştgir û alîkariya Komeleya Civaka Kurdî bikin .
09.02.2020 Bremen - Almaniya
ليست هناك تعليقات: