Komîteya 24emîn mihrecana helbesta kurdî li Sûriya di kongirekî çapemeniyê de xelata şahnaziyê radestî mamosta Deham Ebdulfetah dike û Xelata rêzgirtinê diyarî nemir Mele Beşîr Şêx Zahir (BÊXEW) kir - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الجمعة، 13 ديسمبر 2019

Komîteya 24emîn mihrecana helbesta kurdî li Sûriya di kongirekî çapemeniyê de xelata şahnaziyê radestî mamosta Deham Ebdulfetah dike û Xelata rêzgirtinê diyarî nemir Mele Beşîr Şêx Zahir (BÊXEW) kir


  

Komîteya 24emîn mihrecana helbesta kurdî li Sûriya di kongirekî çapemeniyê de xelata şahnaziyê radestî mamosta Deham Ebdulfetah dike û

Xelata rêzgirtinê diyarî nemir Mele Beşîr Şêx 

Zahir (BÊXEW) kir 

:Ev daxwiyanî hate xwendin

KOMÎTEYA MIHRECANA HELBESTA KURDÎ LI SÛRIYA               
                         
        Piştî xulek rawestan li ser canê pakrewanên kurd û kurdistanê ev  
 daxwanî hate xwendin ji layê endamê komîteyê mamoste Bavê Helbest ve,paş re navên helbestvanên ku helbestên wan hatibûn pejrandin ji layê mamoste bavê Nisrîn ve ku hijmara wan giha 35 helbestvanî           
   Daxuyanî

 Mihrecana helbesta Kurdî, ji sala 1993'an ve berdewam li bajar û bajorokên kurdistana Sûriya lidar dikeve, û Mihrecana helbesta kurdî bûye beşek ji tekoşîna gelê kurd bi tevayî, di pêvajoya xwe de rastî gelek astengiyan hatiye, nemaze berî sala 2011'an ji  çavdêriyê û gef û zirtan ta bi girtin û zindanê.
Lê ji wî çaxî û şûnda piştî ku destên rêjîmê ji herêmên kurdan hate kişandin bi rengekî fermî û rêkûpêk Mihrecan lidar dikevin.
 Hêjayê gotinê ye ku ji aliyê Komîteya amadekar hin caran helbest tên çap û belav kirin, û ji roja lidarxistina yekemîn mihrecan û heta niha, her sal helbestvanek dihête xelat kirin weke (bawenameya şanaziyê) di ber ked û xebata wî ya giştî di ber helbest, ziman û çanda kurdî de, tevî ku ked û xebata hemû nivîskaran li berçav dihêt girtin û cihê spasiyê ye, û Komîte her sal xwe nû dike bi tevlîbûna endamin nû, ji bo birêvebirina karûbarên Mihrecanê bi tevayî. Komîteya 24an karê xwe bi dawî kir bi hemû rengan çi ji aliyê wergirtina helbestan û nirixandin, çapkirin û rêzkirina wan wisa jî karê lojîstî û hûremûrên bi karê wê ve yên girêdayî.
Mamosta deham Ebdulfetah hate helbijartin bo Bawernameya Şanaziyê a 24'emîn Mihrecana Helbesta Kurdî ,loma me serdana mala wî kir û rîportacek li ser jiyan û berhemên wî amede kir.
Herweha me dît nemir helbestvan BÊXEW(MELE BEŞÎR ŞÊX ZAHIR) hêjayî bibîranîn û xelata rêzgirtinê ye.
 Roja mihrecanê hatibû destnîşan kirin ku wê li Qamişlo hola Efrîn, li roja 25.10.2019an hatibe lidar xistin, lê mixabin ji ber êrîşên hovane yên Tirkiyê û çeteyên wê, ku beşeke welatê me careke din hate dagîrkirin û miletê me koçber û derbider bû, mal û milk hatin dizîn û wêrankirin, tevî bi sedan şehîd û birîndar di nav de jin û mêr û zarok li ser destê dijminê me ji bo qirkirina gelê me û guhertina demografiya welatê me, lewra me dît ku em civateke awarte derbarî rewşa nû lidar bixin û têde bi tevayî em gihuştin van beryaran.
1-Mihrecanê bi rengê salên berê neyê lidar xistin.
2-Radestkirina Bawernameya şaniziyê bo mamuste DEHAM EBDULFETAH.
3-Radestkirina xelata Rêzgirtinê bo berhemên nemir BÊXEW(MELE BEŞÎR ŞÊX  ZAHIR.
 4-jimartina vê mihrecanê di rêza hejmara mihrecanan de.
5-Komîte wê berdewam be di karê xwe de ta mihrecana Zîvîn bidawî be.
6-Çapkirina helbestên hatine pijirandin û ketin rêza xwendinê de.
7-Ragihandina van beryaran di kongirekî çapememeniyê de.

 Bijî kurd û kurdistan Silav bo giyanê pakrewanan

Komîteya mihrecana helbesta Kurdî li Sûriya
Qamişlo 13.12.2019


Kurte jiyana
:Mamoste Deham Ebdulfetah
Deham Ebdulfetah berî hertiştî miroveke ji binemaleke kurdperwer e û xudan dîroke ke zindî û ronî ye.
Di kar û xebata netewî de,aşiq û hezkerê wêje û ziman û edebiyata kurdî ye, piştî têgihiştin û zanîna ekadîmî di warê wêjeya erebî de,nivîskarekî serkevtî ye di gelek beşên wêjeya wî zimanî de,lê her û her hastên kurdîniyê li nik wî pir bi hêz bûn, loma xebat û karek bê rawestan dike di ber zimanekî paqij û standerd bi belge û lêkolîneke berfereh di sazkirina pir arişe û kêşe yên di rêzimana kurdî de ji ber encamên paşguhkirin û lênepirsîn û ne parastina zimanê kurdî ji encamên tênegihştinê ji layê kurdan ve bitaybet, û dijîtiya zimanê kurdî ji layê djmin ve bi giştî.
Li gundê BELÊ ser devera bajarê Amûdê ve sala 1942 ê Deham Ebdulfetah ji dayîk bû ye, ew jî wek nivşê xwe diçe perwerda bi zimanê Erebî dibistanên deverê de, paş re diçe zanîngehê ta ku bawernameya lîsansê di beşê zimanê Erebî de ji zanîngeha Helbê werdigre .
Bêgoman hezkirna wî ji zimanê dayikê re bandora Cizîrî û Xanî û gelek helbestvan û nivîskarên gewre mîna Bedirxaniyan û Cegerxwîn û Osman Sebrî û Reşîdê Kurd û çendên dî yên navdêr  lê dibin ,wesa  wêjeya kurdî dibe pêwîsta wî a derûnî ,çi kanî û çem û Golên avê têra melevaniya wî nakin ji ber wilo xwe çengî derya zimanê kurdî dike.
Mamoste Deham yek ji wan kesên ku îro hindik tên hijmartin wek xebat karekî bê beramber di gelek beşên wêjeyê serkefvtî ye ,lêkolîn û rexne,helbest û ziman û wergerandinê de .
Berhemên wî yên ciwan û berketî ku herî pêwstî pirtûkxeneya kurdî bûn îro wek stêrkan diçirisin.
;Berhemên wî yên çapkirî ev in 
1-pêwendî li gel Kurdekî
2-Nêrînek rexneyî li helbestên kurdî -vekolîn
3-li ber dergihê laleş-Helbest
4-Hinek aloziyên zimanê kurdî
5-Mûzîka helbestên kurdî
6-Rastnivîsa zimanê kurdî
7-Destana gilgamiş -wergerandin
8-Nav di zimanê kurdî de
9-Cînav di zimanê kurdî de
10-Kar-Lêker di zimanê kurdî de
11-yarîsan
12-Çarînên Xeyam
13-Mistek ji hêvî û arîşeyên zimanê kurdî
Îsal Komîteya mihrecana helbesta kurdî biryar da ku xelata xwe a 24 mîn  radestî mamoste  Deham Ebdulfetah bike,û şandek ji endamên komîteyê mêvandarî li mamoste Deham kir
Wî jî pêşwazîke gerim li wan kir bi comerdî û dilxweşî bi erkê mala xwe rabû û bi spasdarî hatina şandê nerxand û xelata wan bi şanazî pejirand .
Hêvî û omîdên me pirin ji her dezgehkî kurdî,ku li nivîskar û rewşenbîr,helbestvan û rexnegîr û wîjevanên xwe xwedî derkevin,û bi wan re alîkar bin çinkî ew in yên ku 
rahiştîne mûm û şemalan û  li ber milet û gelê xwe ronahiyê dikin. 


                                                              
Danan:  Birahîm Qasim

    Helbestvan Mele Beşîr kî ye  ?

     Ew Muhemed Beşîr e kurê Şêx Zahir kurê Şêx Mustefa yê Seyd Haşimê Şêx Mehmûdê Girbenî ye, Girben  gundeke dikeve herêma midyadê kalikê  Şêx Mehmûd  wesa  dihate binavkirin ,Şêx Mehmûdê Girbenî, ew bixwe yek ji  serkanên wî gundî bû ,ta noke jî mihraba wî li dar e xelkên deverê seredanan li mehraba wî dikin. Herweha helbestvanê me nevîçîçirkê Girbeniye lê tê naskirin binavê Mele Beşîrê Şêx Zahir,lê 


ew xwe binavê wêjeyî dike BÊXEW.

Bavê wî xêzana xwe koçberî başûr dike ji tirsa girtina xwe çinkî yek ji wan kurdên pişikdarî Şoreşên Kurdî de bû, Mîna Şoreşa Ihsan Nûrî Paşa û Şoreşa Agirî de,Xêzana xwe dihêle û carek dî vedgere û tevlî refên şoreşvanan dibe ta jiyana xwe ji dest dide,wê demê jiyê helbestvanê me Mele Beşîr 12 e salî bû.

BÊXEW ango Mele Beşîr,ew ji daykbûnê sala 1926an e li gundê Ezîmê ku dikeve bi ser devera Dêrka Hemko ve .

Li ber destê Melayên deverê tê perwedekirin ta bawernameya olî werdigre bijiyê 23ê salî ve, dibe Melayê gundê Şebek.

Di wî temenî de bi dest helbesta kurdî dike bi şêweya kilasîk li ser sazbend û pêlewazan.

Wesa di helbestek xwe de dibêje:

Temam bîst û sisê bûne               Melayê dîn û dinya me

Kulê dil nû ve der bûne         Şev û roj nale nal bûm ez

Piştî salekê tenê, ji dev melatiyê berdide xwe tevlî bazirganiyê dike,û li gundê xwe ciyê karê kirîn û firotinê dike.

Di sala 1957an de dibe yek ji endamên çalakvan di damezrandina Partiya Demuqrat a Kurdistanê li Sûriya,piştî parçebûna partiyê navbera Rast Û Çep karê partîtiyê radiwestîne û dimîne mirovek bê layen,û li dijî parçebûnê berdewam dike,wek ku di helbesteke xwe de dibêje:

Xortê hêja û zana       Bilez çêkin yekîtî

Şêrê serê çiyan e      Bes e ya ku we dîtî

Hun tev de yek biran e      Li hev bikin xwidîtî

Pîlanê dijmina ne              roj kirin e tarîtî

 Herweha ew  dibîne ku parçebûn nakeve di xizmeta çareseriya kêşeya kurdî de .                                   

Tuxmê we pir hêja ye        Nejadê kurdê arî

Berî hemî kesa ye       Bes e nekin neyarî
Gok li dest dijmina ye    Ji hev kirin sed parî
Ji bo me pir bela ye    Ew yemîn û yesarî
                                   
Di sala 1961ê de tê girtin û zîndan kirin  bi destê rijîma soriyê ,vê bûyerê jî dide diyarkirin di hebestekê de binavê GIRTINA MIN.
Hezar û Nihsed û Şêst û Yek bû
Sibata bê dil ku bîst û Yek bû
Seher di xwe de herbûm bi rojî
Cendirmeyê Cemal bezî werjî
Da bû devê der bê dîn û îman
Terez û  qeşmer qîr da ye asman
Girtim girêdam bi qeyd û zincîr
Li hevdû pêçam girtime esîr

piştî berdanê jî gelek caran tê girtin û bincavkirin ,ji ber hovîtî ,ezkenc e û lêdanê neçar dimîne û direve Beyrûtê paytexta Libnanê li wir 2 salan dimîne.
Mele Beşîr ne tenê bizimanê kurdî dinvîsand her weku mirovekî têkihiştê zimanê Erebî bû gelek helbest bi wî zimanî dinvîsand .
Bêxew pak û dilzîz e,hezkirê welat û heval , xizim û xêzana xwe ye helbestekê bi zimanê Erebî dinivîse li ser geliyekî beyrotê weha dibêje:
يلومونني أهلي بأنني هوائياً         أيدرون بحالي أم قولاً خيالياً
فأين المحاسب والحسابات بينهم    ألا أنهم يأتون من دفترٍ بالياً
أيا خالق الكون فهل أنت فاعلٌ        أم الشر الآله له هو قاضياً
فإن كنت للخير إلهاً وقاسماً           فهب لي من الخير أما الخيرُ جارياً
عسى أن ينجني من هو ولي ومحنتي    كما هو ناجٍ للخليل وهادياً
Di dawiya helbesta xe de dibêje:
نظرت على واد الغدار ولا أدري       كوادي الغدار حين يلمع وادياً
نسيم الصبا عند الشروق يذمر        كأنهار المسك من سفوحها جارية
ولاحت عيوني بالبساتين فجأةً      كأن قناديل بأنوار صافياً
ومن أعلى أغصان الحدائق أسمع   كصوت الرباب في الفلاة مغنياً
Di sala 1973an de  Mele Beşîr tê hibijartin serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd  ji layê gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd ve, Ta noke jî Muhra wê Yekîtiyê li rex xêzana wî ye .
Ji hin berhemên wî yên ku bidest me ketin ev in:
1-Sirûdê Niştimanî-helbest -çapa Libnanê di sala1992an de.
2-Gaziya Belengaza-helbest-çapa Dihokê di sala 2004an de.
Berhemên nehatine çapkirin ev in:
1-Civata Xema –Helbest
2-Felsefa Hevalî-vewjartinek li ser  bendan
3-Evîn û Evîndarî-çîrokek helbestî
4-Komek helbestên belav, bizmanê Erebî ji bilî gelek helbest û gotar bişûn xwe ve hêliştin li rex hin dostên xwe yên Filistînî ji  rêxistina ALFETEH ji encama topebarankirna Beyrûtê ji layê ISRAIL ve hew nema dikarî li wan dostan vegere û wanberheman bidest bixe .
Di destpêka salên heftiyan de ew û hinek hevalên xwe berê xwe didin başûrê Kurdistanê mixabin di sînorî de Dîwanek xwe winda dike.
Kurê Mele Beşîr,Haşim dibêje:
(Gelek hevalên bavê min hebûn ji wan yên ku tên bîra min çendekin mîna –Cegerxwîn-Mehemed Berzencî-Ebdulê Melê-Elî Ebdulqadirê Hebeş-Derwêşê Mele Silêman-Ehmedê Neyo-Wehîdê Milî-Bavê Şîrîn….hd).
Helbestvanê me wek leşkerekê bê nav, kar û xebat diber netewa xwe de bê rawestan dikir, li ser qeyran û bûyerên zor û stema dijmin destberxweredayî ne dikir  bê hedan û,kela kurdîniyê ew ber ne dida.
Li ser şewata Sînema Amûdê û gelek bûyrande helbest nivîsandin di helbesteke xwe de binavê ŞÎNA ŞEWATA AMÛDA DIL BI KUL wesa digot:
Hezar û nihsed û şêstê sersar
Do sisê çirya paşyê bû êvar
Qîrîn û gazî nalîneke kûr
Hat guhê miletê kurdê bê çar
D` bajarê Amûdê bû girî û şîn
J` layê sînema xwenda bû hewar
Ji qîz û xorta tevde qutabî
B` sedan man dinav agirê dijwar
Mele Beşîr ew yek ji wan kurdên ku hêvî û baweryên xwe li ser ksatiya nemir Noredîn Zaza ava dikir,piştî dûrbûna wî ji karê partiyê,peyameke bi helbest jê re dirêke jêr navê Ey dil.
Ey dil bese lo tu meke qîrîn
Ageh min heye ti bûye xemgîn
Derdê min û tê nema tên zanîn
Kûrtir ji derdê Ferhad û Şîrîn

Ji encama nakokiyên navbera siyasetmedar û rewşenbîrên wê demê de, li ser neyekrêziya bizava kurdî, car carn ew nakokî di peyam û stiran û helbestan de diyar dibûn.
Dema Helbestvanê me ê mezin nemir Cegerxwîn helbesta binavê DÎkê Xerza belav kirî kete dinav destê milet de,wê çaxê Mele Beşîr bersiva Cegerxwînî bi hinek hişkayî da weha got:
Cegerxwînê şehreza  Xwdanê dîkê xerza
Ew cîroka te gotî      Ew bi pera firotî
Li ser Elokû Qaza    Li xerza û li zaza
Serî vêra hejandî   Dil me pê re helandî
Bi dev dibê cegerxwîn  bi dil dibê xem revîn
Dîkê pêşî me nas kir.    Dîkê paşî fenas kir
Herweha berdewam dike û dibêje:
Tu ma yî dîkê paşî    Bi ritba xwe Yuzbaşî
Yuzbaşîyê xewar e      leşker dayî neyare
Binêre guh bidêre  Wisa bo te ne xêr e
Reş belekê te danîn  Ji bo te têne zanîn
Çend in ew şêrê kurdî      hebin bi rast û rindî
Dolabê te gerand in   Çavê we ne şikand in
Bide miletê kurdan    Nema bêje çi dewran
Rastî ew e tu rûnê  başîyê bike şûnê
Serê te bêt e hildan   em jî bibin ji kurdan
Piştî çend salan Cegerxwîn bersivê  bi helbestekê dide lijêr navê (Ji Hevalekî Nezan re).
Ho hevalê ciwanmêr
Kengî pisîk dibin şêr
Rista te ya pir ciwan
Pê xweş dibin dil û can
Va ye giha destê min
Ew jî wekî ristê min
Têde êrîş dibî me
Lê nizanî ez kî me
Herweha cegerxwîn di çend malikan de destxweşiyê li Mele Beşîr dike û nameya wî baş dinerxîne :
Tiştê ko te nivîsî
Weke cewher di îsî
Li cem min in xêzên te
Nivîsar û rêzên te
Û carnan di çend malikan de wek rexne li Mele Beşîr dike û dibêje:
Milet kî ye li cem te?
Ev çi war e çi semt e
Li rojnaman binêre
Kî pisîk e kî şêr e
Di dawiya helbesta xwe de Cegerxwîn bi sîngeke fereh û bi hastên biratî û dostaniyê diyar dike û dibêje:
Hevalê min ê hêja
Guh mede van qirêja
Welat welatê me ye
Meydan gelek fire ye
Ji dil bavê gir û kîn
Dibî dostê Cegerxwîn
Ev helbest di Dîwana AŞTÎ a 8an de sala 1984an de hatiye, lê mixabin Helbestvanê me  Mele Beşîr ew sê salbûn çûbû ber dilovaniya Xudê,di 4-11-1981an de li gundê Şebek jiyana xwe bi temenê 58 salî li goristana gundê Girdêmê Helîmê li rex gorna birayê xwe ê biçûk Şêx Bedredîn tê veşartin .
Nivîskar û Helbestvanê Kurd Hesen Hişyar di pirtûka xwe a binavê Bîranînên min, navê hin rewşenbîr û şêx û meleyan di destpêka tevgera kurdî, dinav wan de Mele Beşîrê Şebek bikar tîne.
Lê kurê wî Haşim weha  dibêje: (Em piçûk bûn dema Bavê me çû berdilovaniya Xudayê xwe,em man sêwî hejar û perîşan, mixabin mirovekî yan partiyekê yan reşenbîrekî li bavê min xwedî derneket, lêpirsînek yan vekolînek ji xebat û berhemên wî  çap ne kirin).
Isal Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya 24mîn biryar da ku bawernameya rêzgirtinê diyarî Nemir Mele Beşîr (Bêxew) bike ji ber kar û xebata wî a wêjeyî di warê hebesta resn de, û radestî Kurê wî helbestvan Haşim bike.









































Komîteya 24emîn mihrecana helbesta kurdî li Sûriya di kongirekî çapemeniyê de xelata şahnaziyê radestî mamosta Deham Ebdulfetah dike û Xelata rêzgirtinê diyarî nemir Mele Beşîr Şêx Zahir (BÊXEW) kir Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 13, 2019 Rating: 5    Komîteya 24emîn mihrecana helbesta kurdî li Sûriya di kongirekî  çapemeniyê de xelata şahnaziyê radestî mamosta Deham Ebdulfetah d...

ليست هناك تعليقات: