Hevpeyvîn li gel Prof.Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

السبت، 1 يونيو 2019

Hevpeyvîn li gel Prof.Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv

Hevpeyvîn li gel Prof.Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv

"Eedebiyata kurdî wek dîroka gelê kurd gelekî Kevin û zengîn e, cara yekem ev edebiyat ser hîmê zargotinê hatiye gotin, û zargotina me jî gelekî Kevin û dewlemend e û pir şaxeşax e"
                                                                                           Hevpeyvîn
                                                                                       Ebdul Azaz Qasim


Profêsor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, kesayetiyeke akademîsyen û rojhilatnasekî kurd yê herî navdar û dewlemend, berhemdar e, herwiha kesayetiyeke siyasî û civakî ye di nava kurdên Qazaxistanê û Rûsya de, serokê Federasyona Komeleyên Kurdî li welatên Yekîtiya Sovyêta berê ye, cêgirê şerefî yê serokkomara Qazaxistanê Nûrsûltan Nazaryêv e, doktorê fîlologîyê, profêsorê Akademîya Navnetewî ya Zanyarî û Akademîya Zanyarîyên Xwezayî ye, bûye serwêrê kafedra Fîlologîya Rohilatê û prorektorê Zanîngehê, heta niha 500 xebatên zanyarî û 30 pirtûkên zanistî dane çapkirin, herwiha serokê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ya bi navê ”Berbang”, û berhemekî  zanyarî-edebî bi kurdî, bi du cildeyan, bi sernavê ”Kurd: Dîrok û dema nû heye, ji bo bêtir pêzanîna li ser jîyan û xebata Prof. Kinyaz Îbrahîm me di kovara pênûsa Azad de bi giring dît ku hevdîtinê ligel bikin:
-Prof: Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyêv kî ye?


Ez Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyêv im, li 1'ê gulana 1947 li Ermenîstanê hatime dinyayê, min fîlologîya li zankoya Ermenîstanê xwend û paşî têza xwe ya tixtoriyê li ser têkliya edebiyata kurdî pêşkêş kir, demeke dirêj min di zankoya de serweriya ziman û edebiyata cîhanê kiriye himlî "bi piranî" li ser rojhilatê, û demeke dirêj li Erebistanê nûnertiya kursiyê zimanê Azeriyan kiriye, min tixtoriya zanko li Baku, Moskow, Petersburg kiriye, heta 600-700 nivîsên min li ser çand, dîrok, ziman, û wêjeya kurdî hene û nivîs û pertûkên min bi zimanên Rûsî, Azerî, Ermenî, Tirk....hatine çapkirin, niha li bajarê Almaty li Kazaxistanê dijîm û Îro ez li Kazaxistan li bajarê Almata dijîm û niha li zankoyê serweriyê zimanê cîhanê û rojhilatzaniyê dikim.

-Prof Kinyaz wek doktorê fîlologîyê, û serwerê beşa kafedra fîlologîya Rohilatê di Zanîngehê de, çawa rewşa zimanê kurdî beranber zimanê miletê rojhilat yên din yên mîna Kurdan bê dewlet dibîne?

Eedebiyata kurdî herwisa jî zimanê kurdî wek dîroka gelê kurd gelekî Kevin û zengîn e, cara yekem edebiyata kurdî li serdemê Melayê Cizirî û Eliyê Herîrî li ser hîmê zargotinê hatiye nivîsandin, û zargotina me jî gelekî Kevin û dewlemend e û pir şaxeşax e, û edebiyata me bi çend zaravan hatiye nivîsandin, bi kurmancî û soranî û hin zazakî û zaravên din,

-Ziman û edebiyata kurdî bi du alfebeya tê nivîsandin, her wek dizanin ku alfebeya li Herêma Kurdistanê tê bikaranîn, ew jî alfebeyeke kurdî ya resen e û hin zimanzan vedigirin serdema mad û mîtaniyan, gelo we lêkolîn hene li ser vê alfebayê û heger hebin, gelo dikarin xuya bikin çi qasî ji aliyê fîlologîya ev alfebet cîhgir e?

Bi awayekî dixwazim bêjim ku edebiyata kurdî bi serfirazî pêşdikeve, hemû mijarên hene di edebiyata miletên dinyayê de, di edebiyata kurdî de jî hene, temamî edebiyata me pêdivî bi lêkolîneke gelekî giran heye, ji ber ku edebiyata kurdî bi çend zaravan derdikeve, bi çend alfebeya tê nivîsandin, bi texmîna min dema kurdî bi yek zimanê edebî yan bi alfebeyeke tomerî binivîsin, wê baştir be, ku kurdên me bakur û rojhilat û başûr û rojhilat dikarin bedewtiya ziman û wêjeya xwe bidin xuyakirin.

- Lêkolîn derbarê edebiyat û zimanê kurdî gelekî kêm in, ji bo siberoja zimanê kurdî û bi taybetî (kurmancî), Prof Kinyaz çi pêşniyar û rênimayî hene?

bi piranî min di xebata xwe ya 40-50 salî de lêkolîn kiriye li ser têkiliya edebiyata kurdî ligel ya rojhilatê, rojhilata navîn û Ewropayê û Rûsyayê û miletên Sovyêta berê, min çend pertûk û nivîsîn li ser têkiliya di navbera edebiyata kurd û Azeriyan, Rûs, Gurc û Ermeniyan de çap û belav kirine û herwiha li ser bandora edebiyata kurdî li ser edebiyata miletên din mîna Ereb û Turk û Farissn..
Îro dikarim bêjin ku çand, huner, edebiyat û zanista me qet ji edebiyata miletên din yên rojhilatê kêmtir nîne, belkî zêdetir be, ku akademîk û kurdnasë bi navûdeng Yousef Abgravovitch Orbili (1887-1961) û gelek rojhilatzan û akademîsyonên din, bi bilindî Mem û Zîna Ehmedê Xanî (1651-1707), û herwiha afirandina Melayê Cizirî (1570-1640), dinerxînin û kêmtir nabînin ji afrandinên helbestvanê Gurcistanê Schota Rustaweli (1172-1216), û helbestvanê Azirbicanê "Nîzamî Gencewî (1141-1209)".

-Kurdên Soviytê tevlî koçberiya bi sedên salan lê dîsa jî resenayetî û kurdbûna xwe parastin e û li bîra xwe tînin, û divê kurdên diyasporayê li Ewropa û Amerîka sûd ji ezmûna kurdên Rûsiya û Sovyêta berê werbigirin, gelo çi tişt e hêlaye ku kurdên Sovyêt kurdîbûna xwe biparêz in?

Piştî helweşandina Soviyta berê kurd li ser çend welatan belav bûn û hezar mixabin heger Yekîtiya Kurdan nebe wê hêdî hêdî zimanê xwe ji bîr bikin û bi sed mixabin wê winda bibin, lewma me ferderasyona kurdên Soviyta berê li sala borî damezrand, û em wek kurdên Kazaxistanê, Yekîtiya me heye bi navê "Berbang" û ez serokatiya wê dikim, em û zarokên xwe bi zimanê xwe hîn dibin, û min pertûkek ji bo fêrbûna zimanê kurdî nivîsandiye ji bo zarokên Kurdan.

- Heta çi radeyî edebiyata miletên Soviyta berê bandor li pêşketina wêjeya kurdî kiriye?

Bi piranî lêkolînên min hatine li ser edebiyata kurdî her ji serdema Melayê cizirî û Ehmedê xanî û Eliyê Herîrî û heta edebiyata nûjen wek ya kurdên soviyta berê, ku  Edebiyata kurdî ya nûjen li Ermenîstanê gelekî pêşketibû, wek hûn dizanin ku radioya Yerîvanê hebû û rojnama riyataza û Akademîya kurdî hebû, û herwiha li Ezerbaycanê jî edebiyata Kurdan pêşde diçû, bi awayekî dixwazim bêjim ku edebiyata kurdî bi serfirazî pêşdikeve, hemû mijarên di edebiyata miletên dinyayê de hene di edebiyata kurdî de jî hene, bi taybetî ku Edebiyata bi ya Azerî û Ermeniyan ve girêdayî ye, min pertûkek li ser têkiliya di navbera edebiyat kurdî û Azirbicanê de nivîsandî ye, ku kurd û Azerî bi sedên salan bi hevre  cînar in, çanda wan nêzîkî hev bûye,herwisa xebera wan ya bedewetiyê "rewanbêjî" wek hev pêşveçû ye, ku Nîzamî Gencewî (1141-1209) di sedsala 11'an de navê Kurdan anîye ziman û gotiye ku dayîka wî "Reysa" kurd bû, û navê sultan Selahdînê Eyûbî di nivîsînên wan de heye, û demeke dirêj ku dewleta Şedadiyan (Gencê) bandor li ser Azeriyan kiriye ku hikûmdarên wan kurd bûn, mînak gelek hene ku helbestvan û nivîskarên Azeriyan xwe nêzîkî gelê kurd kirine, ku bi rêya wergerandinê gelek afrandinên Kurdan derbasî nava edebiyat ên Azerî û Ermeniyan bûne, herwisa jî Kurd û Ermenî bi hezarên salan cînartiya hev kiriye, û ronakbîrên Ermen derheqa dab û nerêt û mêrxasiya Kurdan baş nivîsandin hene, heta di zargotina Ermeniyan de bi mêrxasî behsa Kurdan hatiye kirin, herwisa di nav Gurc û Rûs û Ukraniyan de jî.

- Çawa têkildarî û bandora wêjeya miletên din li ser wêjeya kurdî dibîne?

Em nikarin bêjin bandora edebiyata milet û dewletên din yên cînar li ser edebiyata kurdî nîne, wisa jî bandora edebiyata kurdî li ser ya wan heye,bi hezaran mînak di destê min de hene ku di zargotinên miletên mayîn de mîna Azeriyan û Ermeniyan û Rûsan de jî, zargotin û nimûneyên Kurdan berçav dibin, Helbet tiştekî eşkere ye ku ti çand û ti ziman ti wêje bêyî têkilî û pêwendî nikare serbikeve, ziman jî heta peyv derbas nebin nikare pêşkeve..
Îro zanist, tekinlojiya gelek pêşketin ne, navên nû derbas bûne, bi derbasbûna wan gotinên zanistî ziman pêşdikeve..

- Di wêjeya kurdî de rexnegerî yan jî rexne gelekî kêm e, çawa vê yekê dibîne?

Edebiyata kurdî wek me got ku gelekî pêşketiye lê wê baştir be ku rexne wêjeyî cihekî xwe hebe, gelek helbestvan û nivîskar berhemên bedew dinivîsin, lê ji bo xwe dinvîsin ji ber rexne kêm e, rexne di wêjeyê de neynik e, neyneka ku nivîskar xwe dibîne û nas dike, ew nivîsa rexne lê nebe dikarim bêjim ew nikare cihê xwe bigire, çimkî ew tişta tê nivîsandin divê bersiva bedewetiyê bide,  û ne bitenê rexne herwisa jî di nivîsîn û edebiyatê de tişteke heye dibêjin pûytîk "poitec" ku divê nivîs hang û banga xwe û style û şêwaz xwe hebe û divê bi zanin ku nivîs di cih de ye yan jî na, û gereke rexnekirin jî cihê xwe hebe, ez bawer im ku nifş û nesla ma ya bê wê vê kêmasiyê tije bikin.
-Peyva te ya dawiyê?

Ez herdem di xizmeta miletê xwe de me û supasiya we dikim û her pirseke hebe ez amade me
Li dawiyê bi navê Yekîtiya Nivîskarên kurdistan Sûriya û kovara Pênûsa Azad, supasiya rêzdar Prof. Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv dikin û hêviya jiyekî dirêj û jiyaneke xweş û bextewer jê re dixwazin.
Supas û rêz û hurmet.

Têbînî:Ev hevpeyvîn di hijmara çaran a Pênûsa Azad de hatiye weşandin. 


Hevpeyvîn li gel Prof.Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يونيو 01, 2019 Rating: 5 Hevpeyvîn li gel Prof.Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv "Eedebiyata kurdî wek dîroka gelê kurd gelekî Kevin û zengîn e, cara yekem ev e...

ليست هناك تعليقات: