XEWNÊN ELENDÊ – Helbest - Vejîna Kurd - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 7 فبراير 2019

XEWNÊN ELENDÊ – Helbest - Vejîna Kurd


XEWNÊN ELENDÊ – Helbest - Vejîna Kurd

- XEWNÊN ELENDÊ – Helbest.
- Vejîna Kurd.
- Çapa yekê 2016z. 2628k.
- Amadekirina qabê: Yasêr Emîr
- Mafê çapê parastî ye.

Vejîna Kurd li sala 1975an li bajarê Efrînê ji dayik bûye û ji rengîniya buhara herêmê fêrî abeya jiyanê bûye.
Eşqa zimanê Kurdî di rih  û damarên wê re digere û wek pêlên hênkahiyê xwe berdide nava hinavên wê, lewre tenê ew tîpên latînî dikarin deşt û çiyayên hêviyên wê bi ber bikin.
Li sala 2012an li Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Efrînê  ew fêrî rêzimanên Kurdî bû û piştre ew bû endama wê saziyê û gelek korsên zimên fêr kirin. 
Û ji wê salê de jî min dest bi nivîsandina helbest û gotaran kir û di jiyana wêjeyî de bi navê Vejîna Kurd hate naskirin.
- Yek ji damazrênerê komela Rewşen Bedirxan a Jinên Kurd li Efrînê ye û herweha berpisyara rojnama Rewşen e.
 Rojname bi zimanê Kurdî û Erebî dihate weşandin.
 Ew civakî û çandî bû û 26 hejmar ji wê hatin weşandin. 
Mixabin bi dagirkirina Efrînê re ew rawestî. 
Hêjayî gotinê ye ku piraniya pênûsên Rewşenê yên jinan bûn  û di riya wê re gelek jin derbasî jiyana wêjeyî bûn û îro hin ji wan xwedî berhemên çapkirî ne..
- Gotar, helbest û çîrokên Vejînê di gelek kovar û rojnameyên Kurdî li hindur û derveyê welêt û hin malperên Kurdî de jî tên weşandin.
Berhemên çapkirî:
1-XEWNÊN ELENDÊ, komehelbest.. li Efrînê sala 2016an hate çapkirin.
2-HAWARINE EFRÎNÎ, roman.. sala 2018an. Çapa yekem ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrî li Qamişlo hate çapkirin. 
Û çapa duyem li Elmaniya hate çapkirin.
3-PENCEREYÊN ÊŞÊ korteçîrok li Elmaniya sala 2019an hate çapkirin.


Li sala 2018an li roja helbesta Kurdî li Essen - Elmaniya ji aliyê Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê YNRKS Vejîna Kurd hate xelatkirin.





Helbest pelandina kemalê ye, kemala, ku qet bi dawî nabe, û pêk nayê, lêgerîna herheyî ye, peyvan derbas dike, an jî bi gotineke din, kirasê peyvan fireh dike, gelek wateyan ji peyvekê dizeyîne, pêre jî zimanekî nû dafirîne, ev ziman zimanê afrînê ye, û afrîn kirike mirovanî ye, realîteya nasbûyî hildiweşîne, û yekeke nenasbûyî dizeyîne.
Aferîn, bi vê wateya xwe, boҫûna kilasîkan, ku digotin divê gotin bi qasî wateyê bin, hildiweşîne. Ҫima? Ji ber ku peyv pirêcaran li hember derbirîna hestan, ji hal dikevin, lal dibin, û nikarin delameta xwe pêk bînin. Pevy bi wateya xwe ya ferhengî sînorbûyî ye, û wate fireh e, ne sînorbûyî ye, dê ҫawa tiştekî sînorbûyî bikaribe yê nesînorbûyî biderbirîne? Ev yeka tenê bi awayekî pêk tê, ew jî ew e, ku em peyvê jî, wek wateyê bê sînor bikin, em wê ji sînoran rizgar bikin; ango wê jî mezin û fireh bikin. Dê ҫawa peyv fireh bibe?
Ev boҫûna me nakeve pey ҫêkirina peyvine nû, ku di ferhengan de nîn in, belê em weha diҫin, ku awayê xebitandina peyvan biguhêrin, peyvan bi awayekî din bixebitînin, ku ji xwener ve were xuyan, ku gelek peyv ji peyvekê diherikin, da were xuyan, ku zimanekî din ji yê pêşîn peyda bûye. Ev yeka tenê bi riya mecazê pêk tê, pêre jî zimanê helbestê dibe zimanekî mecazî. Ka em bi awayê piratîk van boҫûnan binerin. Vejîn di helbesta (Dildar im) de dibêje:
 
Heyder Omar



XEWNÊN ELENDÊ – Helbest - Vejîna Kurd Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on فبراير 07, 2019 Rating: 5 XEWNÊN ELENDÊ – Helbest - Vejîna Kurd - XEWNÊN ELENDÊ – Helbest. - Vejîna Kurd. - Çapa yekê 2016z. 2628k. - Amadekirina qabê:...

ليست هناك تعليقات: