Mehmûd Sebrî(Evîndarê Xemgîn) Cengên Xaçparêzî Û Şikodariya Berevaniya Kurdî - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الخميس، 3 يناير 2019

Mehmûd Sebrî(Evîndarê Xemgîn) Cengên Xaçparêzî Û Şikodariya Berevaniya Kurdî


Mehmûd  Sebrî(Evîndarê Xemgîn) Cengên Xaçparêzî Û Şikodariya Berevaniya Kurdî


Mehmûdê Sebrî
Jiyan û Berhemên wî
Mehmûdê Sebrî (Evîndarê Xemgîn) di sala 1937 ê zde hatiye cihanê.
Li gundê Çetela Kîkan, Ji devera Dirbêsiyê, ji parêzgeha Cizîrê (Hesekê), li Sûriya.
Û zarokiya xwe li gundê Melek, ji devera Dirbêsiyê derbas kiriye.
Li vî gundî û heft gundên hawîr wî, dibi-stanên fermî nebûn, û bi vê egerê Mehmûd di heftsaliya xwe de, fêrî Qur'ana pîroz bû li nik melayê gund.
Paşê8-9 salan li nik melayên Kurd li Cizîrê, zanîna oldariya Islamî û rêzimanê Erebî-xwend, û di vî warî de têgihştina wî ya zanistî ber bi çav bû.
Û di sala 1960 de, bi alîkariya seydayê xwe mela Ebdulla yê Qertimînî, du mehan li dibistana malbata Xeznewî ya navendî xwend bi hêviya ku karibe dakeve ezmûna
bawernameya navendî, çikû bawernameya qonaxa seretayî bi wî re nebû ewa ku merc bû jibo ezmûna navendî.

Di meha Çirya pêşîn de ji sala 1960 şewata sînema Amûdê rû da, û sedên zarokên kurd di wê de hatin sotin, di vê komkujiya ku gelek gumanên gunehkariya desthilata Sûrî tê de hebûn.
Mehmûdê Sebrî û hin hevalên xwe û tevaya Kurdên azadîxwaz hêrs bûn di wê rûdana diltezîn de, û Mehmûd û hevalên xwe civînek bi dizî li darxistin û di wê de desthilat tawanbar kirin.
Şêx Izeddînê Xeznewî nûçeya wê civînê bihîst.
Diyare ku bi wê tûre bû, û piştî du rojan qasidekî wî bi Mehmûd da zanîn ku ew bi navê dibistana wannikare dakeve ezmûna navendî.
Mehmûd naçar bû vegeriya mala xwe, û bi xwendina azad û koşanên xwe yên taybet daket ezmûna navendiya fermî, bi mercê
ku di her sê polên navendî de ezmûnê pêşkêş bike, çikû bawernameya qonaxa seretayî li nik wî nîne.
Mehmûd ezmûn bi serkeftin pêşkêş kir û bawernameya navendiya fermî wergirt di sala 1961 de.
Piştî wergirtina navendiya fermî Mehmûd bû mamostayê şwînkar sê salan li Parêz-geha Dêrazorê, jiber ku ew kar li Cizîrê bi dest wî ne ket, bi hoyên şofînî.
Û herwiha da pey xwendina qonaxa duwemînî, û bi awayê azad ezmûna her du polên pêşîn ji qonaxa duwemînî bi ser-keftin pêşkêş kir.
Û di sala 1965 de bawernameya qonaxa duwemînî (Bekelorya) wergirt.
Piştî wergirtina Bekelorya û karê sê sal mamostayê şûnkar, Mehmûd ezmûna ma-mostayê fermî(polê Taybet) li amojgeha (peymangeha) Şamê, bi serkeftin pêşkêş kir, di sala1966 de.
Paşê Mehmûd dest bi xwendina zanîngehî kir li zankoya Şamê, li beşê mafnasî û yasayê, û di sala 1970 de, bawernameya Lîsans wergirt.
Û di sala 1971 de, li peymangeha pilan-danînê ya neteweyên yekgirtî, dest bi xwendina diploma geşepêdana abûrî û civakî kir.
Û di sala 1972 an de bawernameya wê wergirt.
Mehmûd ê Sebrî endamê komîta birêve-birina govara Xunav bû, û nivîskarekî wê yî serekî bû, û18 jimar ji vê govarê pêk anîn.
Mehmûd ê Sebrî endamê komîta amedekar ya mihrecana rista kurdî ye li Sûriya û hem endamê komîta rexnekariya ristên ku di wê de têne pêşkêş kirin.
Mehmdê Sebrî ji sala 1959a ta sala 1997a, di nav rêkxistina azadiya Kurdî de, derbas kir û di 25 sala ji wan de,di komîtên pileyên bilind de kar kiriye.
Û nuha Mehmûd ê Sebrî di sala 80 an de, ji temenê xwe dijî.
Û temenê wî yê mayî bi goriya azadî-xwazên kurd û gelan teva be.
Hevjîna wî heye û du keçên wî doktorên nojdarin, û hem du kurên wî jî doktorên nojdarin, kur û keçek wî endazyarin, û du keçên wî bi bawernameya lîsansa Fransizî û Erebî wane kar in di qonaxa duym de.
Berhemên Mehmûd ê Sebrî ev in:
1-Nigarên kul û derdên jiyanê(helbest)1996.Z
2-Nerînek di terazû ya ristên Kurdî de(vekolîn)1997.Z
3-Geştek li nav baxê ristên Cizîrî (beşê yekem)2000.Z
4-Hin hest û ramanên netewî û civakî 2002.Z
5-Geştek li nav baxê ristên Cizîrî (beşê duyem)2003.Z
6-Doza giran û umîd û xwezga yên tevlihev (beşê yekem) helbest 2006.Z
7-Doza giran û umîd û xwezgayên tevlihev (birra duyem) helbest 2007.Z
8-Nasnameya Kurdî li sûrya (vekolîn) 2011.Z
9-Cengên xaçparêzî û şikodarîya berevanîya Kurdî (vekolîn)2013.Z
10-Salixên merd û zîbayên Kurd (helbest)2017.Z
Hesekê 2017. Z


Mehmûd Sebrî(Evîndarê Xemgîn) Cengên Xaçparêzî Û Şikodariya Berevaniya Kurdî Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on يناير 03, 2019 Rating: 5 Mehmûd  Sebrî(Evîndarê Xemgîn) Cengên Xaçparêzî Û Şikodariya Berevaniya Kurdî Mehmûdê Sebrî Jiyan û Berhemên wî Mehmûdê Sebrî...

هناك تعليق واحد: