Termê nivîskar Siyamend Ibrahîm bi axa Qamişlo hat sipartin - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الأربعاء، 19 ديسمبر 2018

Termê nivîskar Siyamend Ibrahîm bi axa Qamişlo hat sipartin

Termê nivîskar Siyamend Ibrahîm bi axa Qamişlo hat sipartin.

Îro 19-12-2018 an cendekê nivîskar û rojnemevan  Siyamend  Ibrahîm , bi alîkariya Y.N.K.S. û Y.N.R.K.S gihişte Kurdistana Sûriyayê, bi amadebûna hijmarek ji nivîskar û rewşenbîran û malbata wî û nûnerên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û yên partiyên siyasî  û ragihandinê , li goristana Qudûrbeg li bajarê Qamişlo ew bi axê hate spartin.
Piştî spartina bi axê nivîskar Mihemed Ebdê gotinek bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya û Yekîtiya giştî ya Nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûrya pêşkêş kir û 2 roj behîdarî li nivîsgeha Y.N.K.S.li bajarê Qamişlo ragihand.
Paş re mamoste Ne'met Dawûd gotinek bi navê E.N.K.S ê got û tê de spasiya herdû yekîtiyan kir û sersaxî ji malbat û gelê Kurd re xwest.
Di dawî de xwîşka nemir Hîvron Ibrahîm spasiya beşdaran kir.
Hêvîdar in ji Xwedayê dilovan Siyamend Ibrahîm bi dilovaniya xwe şah bike û gor Buhişt be.
 sersaxî ji gelê Kurd re.
Qamişlo 
19-12-2018
Komîteya hevbeş
Termê nivîskar Siyamend Ibrahîm bi axa Qamişlo hat sipartin Reviewed by Niviskar on ديسمبر 19, 2018 Rating: 5 Termê nivîskar Siyamend Ibrahîm bi  axa Qamişlo hat sipartin. Îro 19-12-2018 an cendekê nivîskar û rojnemevan  Siyamend  Ibrahîm , b...

ليست هناك تعليقات: