RÊZIMANA KURDÎ YA KURMANCÎ-Abdullah Karabax - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 31 ديسمبر 2018

RÊZIMANA KURDÎ YA KURMANCÎ-Abdullah Karabax

RÊZIMANA KURDÎ YA KURMANCÎ-Abdullah Karabax

Ev xebata rêzimanî di navbera salên 2003 û 2009’an de bi sernivîsa QursênKurdî-ders/rêzimanhatibû amadekirin. Hin mijarên wê bi hêsanî di kursan de
û li çend malperan jî tevayî dihatin xwendin. Careke din hatin berçavkirin, bi kûrayî hatin dahûrandin, hin mijar hatin derxistin, hinek jî hatin lêzêdekirin.
Bo vê sererastkirina dawiyê jî rezimana Celadet Bedirxan, ya Feqî Sagniç, bi sedema nûjenî û standardiyê “Rêzimana Kurmancî, çapa berfirehkirî” ya
Samî Tan û ji aliyê çavkaniyên ferhengî ve jî yên Zana Farqînî bingeh hatin hilbijartin. Der barê hin mijaran de min ramanên xwe veşarî hiştin. Ji ber ku hevgirtina perwerdeyî ya zimanê Kurdî, ji ramanên cur bi cur ên mamoste ûzimanzanan hê pêştir e.
Rastnivîs jî mijareke girîng e. Di hemû mijarên vê berhemê de gelek xalên wê hatin nasandin, lê hinek jî ji pêşeroja zimanê niviskî re man. Wekî ku tê zanîn rastnivîsa Kurmanciyê hîn tam rûneniştiye. Ligel vê pêdiviya rênîşa vekîteyê heye ku ew jî karê ferhengçêker û saziyên ku xwe berpirsyar dibînin in.Ev rêziman ji bo astên bilind û kesên ku Kurmancî dipeyîvin û dixwînin, hate vehandin. Mijar bi şêweyên fehmbar hatin ravekirin û rêbaz bi mînakan hatin şidandin.Jêwergiranên berhemên wêjeyî yên ku di vê xebatê de cih digirin, li gorî rêz û rêzikên rêzimana nûjên hatin bêjandin û bicihkirin.Bi navê Veser aRêzimana Kurdî ya Kurmancî,der barê kêşana lêkeran depirtûkçeyek hate ramandin û ew vesera vê berhemê ye.07.05.2013, Lozan, A. Karabax


RÊZIMANA KURDÎ YA KURMANCÎ-Abdullah Karabax Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 31, 2018 Rating: 5 RÊZIMANA KURDÎ YA KURMANCÎ-Abdullah Karabax Ev xebata rêzimanî di navbera salên 2003 û 2009’an de bi sernivîsa QursênKurdî-ders/rêzim...

ليست هناك تعليقات: