CEGERXWÎN-HÊVÎ-HELBEST-DÎWANA 7`A - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 24 ديسمبر 2018

CEGERXWÎN-HÊVÎ-HELBEST-DÎWANA 7`A

CEGERXWÎN-HÊVÎ-HELBEST-DÎWANA 7`A

Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekî gundî, cotkar û belengaz di sala 1903an de li gundê Hesarê hatiye ser dinyayê. Ji yanzdeh xwîşk û bira tenê sisê mane: Şêxmûs, Xelîl û Asya
 Di sala 1918'an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe.
Di sala 1919'an de li gundê Bêdir Memo diya wî Eyşan ya heftê salî jî serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Cegerxwîn pêlakê li cem xwîsk û birayê xwe maye.
Jiyan û xebata li Rojavayê Kurdistanê
Di sala 1920'an de çûye xwendegeha olperestî û çend salan li ser hev li Kurdistana Sûrî, Îraq û Îranê jî li xwendinê geriyaye û rewşa gelê Kurdistanê baş nas kiriye.
Di sala 1927'an de keça xalê xwe Kehla Selîm ji gundê Hesarê ji xwe re tîne û li Amûdê bicî dibin.
Di sala 1928'an de xwendina xwe qedand û îcaza xwe wergirt û bû melayê gundê Hazda Jorî û di wê salê de dîwana xwe ya pêşîn nivîsiye, ev dîwan winda bibû û berî 3'ê salan ketiye destê me û heta îro nehatiye çapkirin.
Di sala 1936'an de, Cegerxwîn bi çend malên gundêyên ve du gund li jêrê avaniyê avakirin: Çêlek û Cehenem.
Di sala 1937-1938'an de, Cegerxwîn û hevalên xwe Nadiyek-Komelak li bajarê Amûdê ji xortên kurd re vekirin û komela wan gelek berepêş cû, lê bi navtêdana hin mirovên nezan û dijminê miletê kurd, Firansizan ew komele girt.
Di sala 1946'an de Cegerxwîn mala xwe ji gund guhaztiye bajarê Qamişlo û ketiye nav pêlên rêzanî û siyasetê û di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate çêkirin: Dr. Ehmed Nafizserok û Cegerxwîn sekretêr.

Di sala 1948'an de Cegerxwîn bûye hevalê Partiya Komunîst a Sûrya yê.
Di sala 1949'an de cara yekem bû ko Cegerxwîn hatiye girtin.
Di sala 1950'yî de Cegerxwîn dikeve Civata Aştîxwazên Sûrya yê û di hundirê wê de kar dike.
Di sala 1954'an de Cegerxwîn ji hêla komonîstan ve bû namzadê parlamentera Sûriya yê.
Di sala 1957'an de Cegerxwîn ji komûnîstan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina AZADÎ sazdikin û piştî pêlakê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina xwe rawestandin û bi Partiya Dîmoqratî Kurdî re dibin yek.
Di sala 1959'an de Cegerxwîn direve Îraqê û sê salan li wir dibe mamosteyê zimanê kurmancî li Zanîngeha Bexda'yê li rexê kurdan.
Di sala 1962'yan de hikûmeta Îraqê Cegerxwîn ji erdê xwe derdixe û ew û zarokên xwe vedigerin Sûrya yê, Cegerxwîn tê girtin û piştî pêlakê tê berdan.
Di sala 1963'yan de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikeve Zindana Mezê li bajarê Şam'ê, lê piştî pêlakê tê berdan lê wî nefî dikin û dişînin bajarê Siweyda nav Durziyan, û piştî pêlake ne dirêj tê berdan û vedigere bajarê Qamişlo .
Di sala 1969'an de Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê nav Şoreşa kurdî û nêzîkî salekê li wir dimîne.
Di sala 1970'yî de Cegerxwîn ji Kurdistana Îraqê vedigere Sûrya yê.
Di sala 1973'yan de Cegerxwîn direve Libnanê û dîwana xwe ya sisyan ( KÎME EZ? ) û çîroka ( Salar û Mîdya ) li wir çap dike.
Di sala 1976'an de Cegerxwîn vedigere Sûrî yê û heta sala 1979an li wir dimîne.
Li Swêdê
 Di sala 1979'an de Cegerxwîn ji Sûrî yê direve û diçe Siwêdê û pênc salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li Siwêdê derbas dike.
Di 22'ê çiriya pêşîn a 1984'an de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn serê xwe danî û çû ser heqiya xwe.
Cegerxwîn di hewşa xaniyê xwe de li bajarê Qamişlo yê hatiye veşartin.


CEGERXWÎN-HÊVÎ-HELBEST-DÎWANA 7`A Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on ديسمبر 24, 2018 Rating: 5 CEGERXWÎN-HÊVÎ-HELBEST-DÎWANA 7`A Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekî gundî, cotkar û belengaz di sala 1903an de li gundê Hesarê ...

ليست هناك تعليقات: