- Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 20 مارس 2023

Ji seredanên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Duhokê 


Li roja yekşemê  rêkeftî 19 / 3 / 2023 Z de, şandeke Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya pêk hatibû ji her m. Mişel Osman endamê desteya cîbicîkar ya Yekîtiya Nivîskaran û m. Vanês Mîranî serokê Şaxê Duhokê ya heman Yekîtiyê, seredana Rêveberiya Pirtûkxaneyên giştî li Duhokê ( pirtûkxana Bedirxaniyan ) kir,  piştî pêşwaziyeka gerim, ji layê mamosta Mesûd Xalid Gulî rêveberê pirtûkxaneyê ve hate kirin.di çavpêketinê de danûstandin û gengeşe li ser gelek babetên girîng ên wêjeyî û rewşenbîrî û hunerî hatne kirin, bi taybet  girîngiya parastin û pêşxistina ziman û  wêje, dîrok,çand û filoklorê kurdî, her wesa birêz Mesûd Gulî sipasiya şandê kir û daxwaza  berdewamî û xurtkirina têkilî û pêwendiyan  û seredanên weha kir, bi taybetî li ser van pêngavên herî giring  navbera herdu aliyan de. 



Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on مارس 20, 2023 Rating: 5 Ji seredanên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li Duhokê  Li roja yekşemê  rêkeftî 19 / 3 / 2023 Z de, şandeke Yekîtiya Nivîskarên Kurdi...

ليست هناك تعليقات: