Komîteya 25emîn a Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriya Destpêkirina Wergirtina Helbestan Radigihîne - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan

728x90 AdSpace

الاثنين، 2 نوفمبر 2020

Komîteya 25emîn a Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriya Destpêkirina Wergirtina Helbestan Radigihîne


Komîteya 25emîn a Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriya Destpêkirina Wergirtina Helbestan Radigihîne

Komîteya  25emîn a Mihrecana  Helbesta Kurdî li Sûriya  ragihand ku wê dest bi wergirtina helbestên helbestvanên ku dixwazin beşdariyê di Mihrecana îsal de bikin , ji destpêka heyva çirya pêşî/Novembr 2020 de ta 20ê heman heyvê.

Û bi helkefta ku îsal salvegera zîvîn a Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriya ye, Komîtê biryar daye ku ew dê helbestan bi şêweyê tomara vîdyoyî  pêşwazî bike , bo helbestvanên ku nikarin bi şêweyekî fîzîkî beşdar bibin,  ji ber rewşa nexweşiyê  yan ji ber daniştina wan li derveyî welat , bi mercê ku ew parçevîdyo bê montaj be û baş hatibe tomarkirin û dema wê ne di ser 5 xulekan re be.

Hêjayî bîranînê ye ku dê Komîte helbestên beşdaran yên bi rengek elektronîk nivîsandî li ser rûpela Mihrecanê ya Facebookê, her weha di riya  endamên komîteyê  pêşwazî bike.

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê.

Qamişlo

1-11-2020





Têbînî

 Wergirtina helbestan di rêya: 

1-Malpera mihrecanê Facebook.

2-Endamên Komîteyê

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriya.



Komîteya 25emîn a Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriya Destpêkirina Wergirtina Helbestan Radigihîne Reviewed by Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya on نوفمبر 02, 2020 Rating: 5 Komîteya 25emîn a Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriya Destpêkirina Wergirtina Helbestan Radigihîne Komîteya  25emîn a Mihrecana  Helbesta Kur...

ليست هناك تعليقات: